Wênegir Pang Way bi tevgerên kêzikan daketiye û wêneyên wan ên pirr xweşik girtine. Kêzikên ku ketine ber kadraja wî eynî weke insanan direqisin û pirr kêfxweş tên dîtin. Her wiha perikên van kêzikan ên rengo rengo jî bala mirovan dibin ser xwe û bi vî awayî em hîn dibin ku kêzik jî eynî weke insanan dansê dikin û li kêfa xwe dinihêrin.
Pang Way bêhtir wêneyên balbalokan (mantis religiosa) girtine û dansa wan bi kamerayê qefaltiye. Wî ev dîmenên xweşik yên balbalokan li Malezyayê girtine. Pang Way got; “Malezya bi daristan û barana xwe tê naskirin. Ji ber vê yekê mirov dikare li wir gelek kêzikan bibîne. Wî wêneyên xwe hemû li daristanê girtine lê piştî ku wêneyan digire li stûdyoya xwe bi rengan dilîze û dike ku baştir werin xuyakirin.
Pang Way armanca xwe ya ji van wêneyan bi vî rengî tîne ziman; “Ez dixwazim di warê entomolojî û habîtatê de zanînên xwe zêdetir bikim. Ji lewma jî heta ji min tê kêzikên cûr bi cûr dibînim û weke belge qeyd jî dikim.”
KUALA LUMPUR