Danî lê ranebû

Sêşem 6 Îlon 2022 - 00:50

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê 3 rojan li ser hev helîkopterên artêşa Tirk xistin xwarê. 2 û 3´yê Êlonê gerîlayan li Zê li helîkopteran xistibû û ew anînbûn xwarê. 4´ê Îlonê bi şev jî li Girê Amediyê ya herêma Metînayê, gerîlayan helîkotera dewleta Tirk îmha kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 4 û 5’ê Îlonê de 27 çalakî kirine û herî kêm 29 dagirker kuştine, helîkoptereke Skorsky xistine xwarê û wesayîteke leşkerî îmha kirine. Bi vê yekê jî 17´ê Nîsanê ve gerîlayan li deverê 10 helîkopterên dewleta Tirk xistin xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tîmên me yên bi tevger ji bo bibîranîn û tolhildana hevrêyên me yên pêşeng ên geşkirin û xurtkirina taktîkên gerîlatiya serdema nû Rêzan Amed û Agir Botan (Serhat Sakçi), 27 çalakî kirin. Di van çalakiyan de 29 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de helîkoptereke Skorsky, wesayîteke leşkerî ya Reo û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 44 caran bi helîkopterên êrişê, 7 caran jî bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên berxwedanê bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

Di 4’ê Îlonê saet di 07.15’an de tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê da û dagirkerek ceza kir.

Di 4’ê Îlonê de saet di navbera 10.00 û 13.00’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî qada Çemço ya Zapê ve werin. Tîmên me yên bi tevger 11 caran li dagirkeran da û 3 dagirker ceza kirin.

Di 4’ê Îlonê de saet di 10.40’an de dagirkeran hewl da bikevin çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî qada Sîda ya Zapê. Hêzên me li dagirkeran da û dagirker gavekê vekişiyan.

Di 4’ê Îlonê de saet di 11.00’an de tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoya Zapê da.

Di 4’ê Îlonê de saet di 11.30’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoya Zapê da û 6 dagirker ceza kirin.

Di 4’ê Îlonê de saet di 17.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karkerê da. Piştî derbên hêzên me, dagirker li qadê belav bûn.

Di 4’ê Îlonê saet di 18.10’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Arjîn a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê da û dagirkerek ceza kir.

Di 5’ê Îlonê saet di 05.30’î de dagirkeran dema ku xwest ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ve werin, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da. Piştî derbên hêzên me dagirker gavekê vekişiyan.

Di 5’ê Îlonê saet di 05.50’an de tîmên me yên bi tevger dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Qada Çemço ya Zapê kontrola kirin. Bi çekên giran bi taybetî li hinek dagirkeran hat xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin, yek ji payebilind bû, û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Di 5’ê Îlonê saet di 06.20’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî Qada Sîda ya Zapê pergala kameraya mobese îmha kirin.

Di 5’ê Îlonê saet di 08.25’an de tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a girêdayî Çemçoya Zapê dagirkerek ceza kir.

 

Li Avaşînê

Di 4’ê Îlonê de saet di 15.30’an de tîmên me yên bi tevger li kepçeyan xist yên ku li Qada Berxwedanê ya Werxelê ji bo dagirkeriyê rê çêdikirin. Piştî derbêb hêzên me dagirkeran xebata çêkirina rê sekinand. Di heman demê de hêzên me derb li droneyên li ser qada çalakiyê digerin jî dan û  ew ji qadê dûr kirin.

 

Li Xakurkê

Di 4’ê Îlonê de tîmên me yên bi tevger wesayîteke leşkerî ya bi cûreya Reo di navbera Geliyê Reş û Girê Masîro de saet 08:00’an bi sabotajê bi temamî rûxand. Di vê çalakiyê de 13 dagirker hatin cezakirin.

 

Li Metînayê

4’ê Îlonê di saet 07:30’an de tîmên me yên bi tevger derb li wan dagirkeran da yên ku dixwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombe bikin. Piştî destwerdana hêzên me dagirker gavekê vekişiyan.

4’ê Îlonê saet 23:50’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê helîkopter geriyan. Helîkoptera bi tîpa Skorsky ya ku xwest li Qada Berxwedanê leşkeran dayne, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate hedefgirtin û li wê hat xistin. Ev helîkoptera ku ji ber derbên bi bandor ên hêzên me bi giranî derb xwar, agir pê ket û ji ber wê nekarî rabe û li cihê lê mabû şewitî û îmha bû.

HPG´ê di daxuyaniyên xwe yên pêr û pitirpêr de dabû zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zapê 2´yê Îlonê bi şev û 3´yê Îlonê bi şev helîkopterên tîpa Skorsky xistine xwarê

BEHDÎNAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.