Dahatê pêşkêşî dagirkeran dikin
Şemî 11 Sibat 2023 - 00:42
Ji ber nebûna gelek xizmetguzarî, kêmbûna elektrîk û qirêjbûna ava vexwarinê ya li navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê ev zêdetirî hefteyekê ye ku welatî li kolanan in û çalakiyan dikin. Lê heta niha ti aliyên peywendîdar neçûne serdana wan û guh nedane daxwazên wan.
Ji welatiyan, Yasîn Mihemed ji Rojnewsê re got, “Daxwazên me ew qas giran nînin ku hikûmet û aliyên peywendîdar nikaribin çareser bikin. Heta niha ji derveyî qaymeqamê navçeyê kes nehatiye û guhdarî li me nekeriye. Herêma Kurdistanê welatek dewlemend e û sererd û binerdê wê hemû neft, gaz û sotemenî ye. Dahateke wê ya zêde heye, lê xelkê wê xizan e. Hest nakim tiştek bi navê hikûmeta herêmê heye. Her yek zilamê welatekê ne û bi xwe parek dahata vê herêmê dibin. Yên din didin dewletên dagirkerên Kurdistanê.”
Tirkiye dahata me li dijî me bikar tîne
Welatiyek din ê Derbendîxanê Goran Elî dazanîn ku dahat û sermayeyek xeyalî li Herêma Kurdistanê heye û xelk li ser deryaya neft û gazê ye, lê welatî bi zehmetî debara xwe dikin û got;“Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest daniye ser hemû dahata Başûrê Kurdistanê. Li şûna ku vê dahatê ji bo xizmeta gelê xwe bi kar bîne, berevajî dixe bin xizmeta dijminên me. Ev neft bi boriyan di nava xaka Tirkiyeyê de diçe, beşek ji pereyê wê tê û didin bi çek û teqemenî li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd bi kar tînin.”
Xelkê Derbendîxanê dibêje, pêwîst bû li şûna çalakiyên ji bo xizmetguzarî û ava vexwarinê, wan çalakî ji bo piştgiriya Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikirana.
NAVENDA NÛÇEYAN