- Hunermed Asli Filiz, pêşangeha xwe ya şexsî ya pêşî li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê li Kulturhof a Itzehoeyê vekir.
Hunermed Asli Filiz, pêşangeha xwe ya şexsî ya pêşî li bajarê bakurê Elmanyayê Hamburgê li Kulturhof a Itzehoeyê vekir.
Pêşangeh wê heta 1’ê Nîsanê vekirî be. Navê pêşangehê “Mezopotamya Renkleri” ye. Asli Filiz li Akademiya Hunerên Bedew perwerdeya xwe dewam dike. Di pêşangehê de berhemên bi navê Motîfa merşê Destê wê li ser navtengê; Gilgamiş, 4 Jin 4 Ax, Mûsa Anter, Zerdeştîtî, Şamanîzm, Keçên wenda yên Dêrsimê, Berxwedana Garibe Gezerê û hin berhemên din di pêşangehê de cihê xwe digirin.
Di axaftina vekirina pêşangehê de Asli Filiz got, “Ez bi giştî li ser dîroka Mezopotamyayê, û xasma jî li ser dîroka Kurd û mîtolojiya xebitîm.”
Asli Filiz malavahiya her kesî kir ku di pêşangehê de xwedî ked in û got, “Dahata ji berhema Berxwedana Garîbe Gezer bê, ez dixwazim bidim malbata Garîbe Gezerê.” .
Di vekirina pêşangehê de soprano Leman Stehn bi gîtarê, dengbej Hozan Benav li ber tembûrê stranên berxwedanê gotin.
Pêşangeh wê 3 mehan dewam bike û bi kuratoriya hunermend û perwerdekar Leman Stehn wê atolyeyên transkulturel, konser, xwendina kîtêban, şano, film/panel werin organîzekirin.
HAMBURG