• KCK’ê li ser xwepêşandanên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê anî ziman ku beşekî ragihandina bi ser PDKʼê ve hewl dide wan têkilî bûyeran bike û got: “Yên vê propagandayê dikin bi zanabûn gel li hev sor dikin, dibin sedema kûrkirina aloziyê.” 

Komîteya Karê Derve ya KCK'ê li ser axaftina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û xwepêşandanên protestoyî yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke niviskî da û got: ''Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya çapemeniyê ya 9ʼê Kanûnê de rastiya gelek rûdanan berevajî kiriye. 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê, PDK ya ku gelê Êzîdî neparastî û terk kirî, 9'ê Cotmehê bi hikûmeta Iraqê re bi peymanek mohr kir û bi vî awayî careke din ji bo xelkê Êzîdî rê li tahlûkeyeke nû vekir.
Dema DAÎŞ'ê êriş bir ser xelkê Êzîdî PKK di hewara wan de çû û kengî ew ji qirkirinê xilas kirin û karîbûn xwe biparêzin û xwe rêve bibin, Tebaxa 2018'an PKK bi fermî vekişiyaye. Cîhanê hemûyî û çapemeniyê ev vekişandin dîtiye û bûye şahidê vê. Lê PDK û dewleta Tirk tim berevajî propaganda dikin, xwerêveberî û xweparastina gelê wir krîmînalîze dikin û êriş dikin.”

Em xweseriyê destek dikin

Di daxuyaniya KCKʼê de careke din xwerêveberî û xweparastin ji bo gelê Êzîdî yê 74 Ferman bi serî de hatî weke heqekî sereke tê destnîşankirin û tê gotin: “Gelê Êzîdî dixwaze xwe rêve bibe û xwe biparêze û ev bi qanûnên Iraqê jî hatiye misogerkirin. Me jî ev heqê meşrû bi heq destek kir û em ê destekê bidin. Gelê Şengalê peymana Hewlêr-Bexdayê ya 9'ê Cotmehê weke helkefteke li dijî vê nirxand û ev 2 meh in çalakiyan dike, dixwaze peyman were betalkirin. Lê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniya dayî dîsa Şengal kiriye hedef. Xweseriya Şengalê ne li dijî xweseriya Kurdistanê û yasayên Iraqê ye. Berevajî, wan xurt dike.
Mesrûr Barzanî di heman daxuyaniya çapemeniyê de berxwedana bi lehengî ya PKK'ê li Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk dide jî berevajî kiriye û ev berxwedan reş kiriye. Ev helwesta Mesrûr Barzanî ku qet behsa dewleta Tirk nekirî ku beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, tenê dagirkeriya Tirk rewa û domdar dike. Em careke din diyar dikin û dibêjin PDKʼê li dijî dagirkeriya Tirk li cem me be; em dikarin bi diyalog û danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin.

Daxwazên gel rewa ne

Li aliyê din, hin organên çapemeniyê yên bi ser PDK'ê ve ev çend roj in hin rûdanên tundiyê yên ku li Başûrê Kurdistanê di protestoyên girseyî de derketine holê hewl didin bi ser tevgera me de dehf bidin. Derdorên ku vê propagandayê dikin bi zanebûn gel li hev sor dikin û xizmetê ji kûrkirina aloziyên re dikin. Bi ser de, bi zanebûn zemîna ku dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê nearam bike û zemîna pevçûna navxweyî, hazir dikin. Jixwe MÎT'a Tirk ji vî alî ve bi xebat û provokasyonên ciddî radibe. Tevgera me jî weke derdorên din hemûyan tîne ziman ku dixwaze daxwazên rewa yên gel werin bicihanîn û arîşe di çarçoweya demokratîk de werin çareserkirin. Di van xwepêşandanên protestoyî yên dawî de jî em bi eynî helwestê ne. Di van rûdanên dawî de şewitandina avahiyên hin partiyan û saziyên fermî nayê qebûlkirin û tenê xizmetê ji dijminên Kurdan re dike. Li aliyê din, em bi tundî û êrişên çekdarî yên li ser xwepêşandêran şermezar dikin. Daxwazên gel rewa ne û bi lezgînî bi rêyên demokratîk divê werin çareserkirin. Bi vê wesîleyê, girseyên ku mafê xwe yên protestoyê bi kar tînin, bêyî ku bêne provokasyonan, em dixwazin dîsa diyar bikin ku divê bi rêyên aştî û demokratîk daxwazên xwe diyar bikin.''

NAVENDA NÛÇEYAN