- Ji sala 1991'ê ve PDK bi awayekî ji awayan beşdarî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê dibe. Dewleta Tirk wê dide bin milê xwe û êrişan rewa dike û PDK jî bi vê dixwaze tenê Kurdistan a malbata Barzanî be.
Rojnamevan Evîndar Harûn di Ajansa Firatê de bi analîzekê bal kişandiye ser hevkariya PDKê ya bi dewleta Tirk re û dibêje, ji 1991ʼê ve li dijî gerîla bi dewleta Tirk re tevdigere û dixwaze gerîla ji holê rake. Di analîza dûrûdirêj de Evîndarê dibêje, heta niha bi dehan navend û baregehên artêş û îstixbaratê yên MÎT a Tirk li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hene û her diçe bi hevkariya PDK'ê ev navend tên berfirehkirin. Ji roja ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest bi têkoşîna azadiya Kurdistanê kiriye, hevkarî-nokerî tim li pêşiya têkoşînê bûye asteng. Yek ji van astengiyan jî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ye. Dewleta Tirk li ser bingehê têkbirina PKK'ê û bi saya hevkariya siyaseta şaş a PDK'ê û rêveberiya hikûmetê ku Malbata Barzanî pêşengtiya vê dike, kiriye ku bi dehan baregeh û navendên MÎT û artêşa Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê bên avakirin û di vê çarçoveyê de xort û keçên Kurd ên ji bo azadiyê têdikoşin şehîd bibin.
Baregeh û armancên wan
Ji deriyê sînor yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şêladizê kampên artêş û îstîxbarata dewleta Tirk hene.
*Armanca kampên li Batûfa Barmernê û Amediyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li bakur e; hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re armanc ew e ku zext li herêma Heftanînê were kirin.
*Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê, dixwazin herêmên Zê û Zagrosê kontrol bikin.
*Bi kampa Dêralûkê, dikin armanc ku têkiliya navbera herêmên Zê û Garê were birîn.
*Li ser sînorê Metîna; qereqolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.
*Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistanê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.
*Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.
*Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, êrişên li dijî Qendîlê ye.
Ne şerê Kurd û Kurd e
Heta niha bê hejmar dewleta Tirk, Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye bahane û hewl daye xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û pêşî li destketiyên gelê Kurd ên her çar beşan bigire. 1983'an ve hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destpê kirine. Gelek nav li van tevgerên dagirkeriyê kirine û b gotina hêzên gerîla gelek caran suwar hatine peya çûne, lê di vê dagirkeriya dawî de bi saya hevkariya PDKê karîbûye xwe bi cih bike û bêyî ku navê xwe bixe nava meseleyê, mîna şerê Kurd bi Kurd re hebe, dagirkeriya xwe rewa dike.
Bi Kurdî şerê taybet
Dewleta Tirk a nekarî bi operasyonên dagirkeriyê gerîla bişkîne, giranî da êrişê hewayî û bêhtir teknîk bi kar anî. Ji bo van êrişên xwe rewa bike, beşek ji ragihandina Başûrê Kurdistanê, xist kontrola MÎTʼê, nexasim kanalên TV yên weke Kurdistan TV, Rûdaw û K24 bi zimanê Kurdî û bi duruşmên hestî yên Kurdistanî yekser berdevkiya dewleta Tirk kirin û dikin. Ji bo eskerên dagirkeran ên têne kuştin dibêjin “jiyana xwe ji dest da” û ji bo gerîlayên şehîd dibin gotina “dagirker û kuştî” bi kar tînin.
PDK komkirina hêzê didomîne
PDK ya di van demên dawî de li qadên gerîla di serî de aliyê Zînî Wertê, dîsa Garê dor li gerîla bigire, dîsa hêz li Dînartê û Sorçiyan ên navçeya Akrî kom dike. Li van herêman hêzên bi ser malbata Barzanî li pey provokasyonane. Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketin, PDK hewl dide baregehên nû ava bike.
Li Deşta Nehlê hêzên PDKʼê bi muxtarên gundên Deşta Nehlê re pêwendî danîne û hejmara telefonên şivanan xwestine. Eşkere bû ku doza ajantiyê li şivanan kirine û ji wan xwestine baregehên gerîla tespît bikin û ji wan re ragihînin. Heman hêz bi doronayan keşfê dikin û ji bo hêzên xwe hêzên nû şandin.