Dagirkeriyê rawestînin!

Duşem 19 Tebax 2024 - 01:55

Dewleta Tirk a qirker û faşîst bi hevkariya PDK’ê êriş û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê didomîne, der barê vê rewşê de mamoste Seryas Semîn û Ekrem Mihemed Elî ji ANF’ê re axivîn. Mamoste Seryas Semîn da zanîn ku dagirkeriya dewleta Tirk xwedî rehekî dîrokî ye û got:“Piştî Şerê Çildêranê, Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de tê parvekirin û heta niha jî ev dagirkerî berdewam e. Mixabin aliyê nêzîkî Tirkiyeyê PDK ye, ev yek jî rê ji bo dagirker vedike da ku sînorên başûrê Kurdistanê derbas bike.”

Her wiha Seryas Semîn got: “Mirov dikare wan êş û azaran bîne ziman ku bi serê gelê Kurd de tên, lê karê desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê dîplomasî û leşkerî ve pêşî li van dagirkeriyên Tirkiyeyê bigire.”

Mamoste Ekrem Mihemed Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her roj gund û sînorên başûrê Kurdistanê bombebaran dike û got:“Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek şermezar nekiriye, ev jî tê wê wateyê ku di nav Herêma Kurdistanê de destek heye ku bûye hevkar, alîkariyê dike. Daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku van êrişan şermezar bike û dengê me bigihîne Hikûmeta Iraqê da ku vê dagirkeriyê rawestîne. Ez bang li mirovhez, sazî û jîngehhezan dikim ku nerazîbûnên xwe li hemberî vê dagirkeriyê nîşan bidin, çi bi xwepêşandanan be, çi bi belavokan be. Çi dibe bila bibe, divê rê lê bê girtin, ji ber ku niyeteke Tirkiyeyê ya xerab û tirsnak heye, lewma pêwîst e em hemû bi hev re li dijî vê dagirkeriyê rawestin.”

ANF/ZERDEŞT GERMIYANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.