Dagirkerî û îxanet şermezar kirin

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:23

Êrîşên dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan ji alî Kurdistaniyan ve tê şermezarkirin. Di çalakiya şermezariyê de ya li Izmîrê Hevserokê DEM Partiyê yê Izmîrê Vezan Krabulut axivîn. Karabulut got malbata Barzanî ji bo berjewendiyên bi hesabên biçûk Başûrê Kurdistanê xistiye talokeyê û got rewşa ku ev malbat tê de ye îxanet e, banga piştevaniya ji bo  gelê Kurd kir.

Êrîşên dewleta Tirk ên li Herêma Kurdistana Federe bi daxuyaniyeke çapemeniyê li ber Sumerbanka Kevin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi Kurdî û Tirkî pankarta “Ji dagirkerî û îxanetê re na” hate vekirin û dirûşmeyên “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” û “Bimre îxanet, bijî azadî” hatin berzkirin. 

 Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku axa ku dewleta Tirk li Başûr dagirkirî ye axa gelê Kurd û gelên ku pê re bi hev re dijîne. Karabulut wiha got: “Dema xaniyên gelê herêmê tên bombebarankirin, gund tên şewitandin û hilweşandin, erdnîgariyek tê talankirin bêdengiya PDK’ê ya bûye parçeyekî vê dagirkirinê nayê qebûlkirin. PDK, bûye hêza rêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesaba wê bide gelê Kurd. Axa başûrê Kurdistanê yê bi bedelên giranbuha hatine bidestxistin di oxira berjewendiyên xwe yên biçûk de heba kiriye.”

 Rewşa Barzaniyan îxanet e

Karabûlût, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gelên Kurdistanê wê kesên axa xwe ji dagirkeriyê vekirine ne weke welatparêz, weke şirîkên herêmî yên mêtîngeriyê wê bi bîr bixin. Rewşa ku PDK di nav de ye xiyanet e.  Banga me ji PDK'ê re ev e; Têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd tu carî yekdest nabe. Ev têkoşîn wê ne ji aliyê çend malbatan û ne jî siyaseta sîstemê ya sereke ve bê serdestkirin. Weke her car wê li ser esasê berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet têk bibin, xera bikin û asteng bikin, li ber edaleta dîrokê mehkûmî têkçûyinê ne.”

 Li dijî şer piştevanê Kurdan bin

Karabûlût, bi lêv kir ku ev şerê qirêj, polîtîkayên îmha û înkarê ne tenê gelê Kurd bandorê li gelên Tirkiyeyê jî dike û ev tişt got: “Ji bo ku em ji vê re bêjin bes e, berpirsyartî dikeve li ser milê hemû gelan . Pêdivî bi zimanê aştiyê yê civakê heye. Em bang li hemû gelan , bi taybetî hemû şoreşger , sosyalîst , demokrat , rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî van polîtîkayên şer bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bin.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.