• Destxetên Florentîne ku behsa dîrok û çanda Meksîkiyan (Aztek) dikin, bi sed salan di pirtûkxaneyan de hatin veşartin. Ev destxet her wiha behsa dagirkeriya Spanyayê ya li ser erd û xelkê Aztek jî dikin û weke ansîklopediyeke girîng tên qebûlkirin. Piştî salên dirêj ev destxet û resmên ku di 12 pirtûkan de hatine komkirin, niha bi awayekî dijîtal li xelkê jî vekirî ne.

Destxetên bi navê “Florentine Codex” ku behsa dîrok û çanda Meksîkayîyan (Aztek) dike bi sedsalan ji xelkê hatin veşartin. Weke van destxetan, kêm pirtûk û nivîs hene ku bi çanda Aztekan dadikevin. Ev destxet, nexasim behsa çand û dîroka sedsala 16’an dike. Desxet bi giştî 2 hezar û 500 rûpel in. Ji sê cîldan pêk tên û weke 12 pirtûkan hatine hazirkirin. Piştî sedan salan, ev destxet niha bi rêya “Înstîtûya Lêkolînê ya Los Angeles Getty” bi awayekî dijîtal hatine hazirkirin û êdî her kes dikare bi rehetî van destxetan bibîne. Înstîtû dide zanîn ku ew 7 salan bi vê projeyê daketine û piştî 7 salan proje çûye serî. Ev destxet derbarê çand û dîroka Aztekan de agahiyên berfireh didin. Di nava van pirtûkên destxet de werger, resm û agahiyên hatine rojanekirin, hene.

Destxet li gorî ansîklopediyên Serdema Navîn hatine hazirkirin. Destxet bi zimanê Spanî û Nahuatl hatine nivîsandin. Ev destxet ango nivîs, behsa jiyana rojane ya Aztekan dike û her wiha rêûresmên xelkên Aztek jî nîşan dide. Wê dema ku Spanî Meksîkayê dagir dikin,  ev destxet hatine nivîsandin. Keşeyê Spanî, Bernardino de Shagun bi alîkariya xelkê xwecih, ev destxet hazir kirine. Rûsipî û kesên kal û pîr, pisporên gramera zimanê Aztekan, hunermend û nivîskarên Aztekî alîkarî dane keşeyî da ku ev destxet hazir bibin û çand û dîroka Aztekan were belgekirin. Yanî ev destxet, nihêrîna xelkên xwecih a wan salan, çand û dîroka Aztekan baş rave dike û di vî warî de destxetên bi vî rengî, wekî din tine ne. 

Bi sedsalana di pirtûkxaneyekê de

Destxetên li ser jiyana Aztekan di sala 1577’an de dişînin Spanyayê û paşê jî ji vir diçin Florentîne (Floransa) Îtalyayê. Herî dawî jî malbata Medîcî ku li dinyayê xwedî koleksiyona hunerî ya herî mezin e, dest datîne ser van destxetan û wan dikin malê xwe. Belkî jî ji ber vê yekê ye ku navê van desxetan weke “Florentine Codex” ma û niha ev destxet bi vî awayî tên danasîn. Lê elaqeya van destxetan bi Floransayê re nîne! Ev desxet bi salan di pirtûkxaneyên mala Medîcî de dimînin û tên jibîrkirin. Ta ku di sala 2012’an de ji hêla “World Digital Library” (Pirtûkxaneya Dijîtal a Dinyayê) ve tên dijîtalîzekirin. Her wiha di sala 2015’an de jî UNESCO´yê ev destxet li “Memory of the World Register” (Qeydên Hafizeya Dinyayê) zêde kirin û bi vî awayî niha ew tên parastin.

Bi agahiyên kêm resm parve kirine

Lêkolera Înstîtûya Lêkolînê ya Los Angelesê, Getty Alica Maria Houtrouw dide zanîn ku her çiqas ev destxet hatibin dîjîtalîzekirin jî hin kêmasî hene û hin hêlên van destxetan bi zanebûn hatine veşartin. Wê got; “Transkripsiyon û wergerên ku hatine kirin kêm in. Her wiha ji bo ku mirov ji van desxetan fêm bike hewce ye ku mirov bi zimanê Spanî û Nahuatl jî zanibe. Gelek ji versoyonên dijîtal ên desxetan, bêyî resm hatibûn parvekirin, heger resm parve kiribin jî wan qet behsa rastiyê nekiriye û dûrî rastiya xelkên xwecihî, agahî hatine parvekirin.”

‘Nexweşik in û dûrî estetîkê ne!’

Kim Richter jî weke pispor û lêkolerekî bi salan li ser “Florentine Codex” xebitiye. Ew jî dibêje, “Metnên Spanî û Nahuatl, hevdu temam dikin lê her du ziman bi serê xwe tiştên ji hev cuda tînin ziman. Wekî din resmên di desxetan de hatine bicihkirin ji nivîsan bêhtir tiştan tînin ziman. Resm bi gelek hûrgilî û agahiyan daketine û derbarê çand û hunerê Aztekan de gelek tiştan rave dikin.” 

Richter dide zanîn ku ev destxetên hanê, bi salan ji hêla zanist û dîrokzanan ve hatine paşguhkirin û dibîje, “Wan ev destxetan ne xweşik û dûrî estetîkê didîtin. Lê em dizanin, ev destxet û resmên ku çand û dîroka Aztekan nîşan didin, derbarê dagirkirina Meksîkayê de gelek tiştan eşkere dikin. Ev destxet, weke belgeyên dîrokî ne jî. Piştî dagirkirinê çi qewimî û Spaniyan çi anî serê xelkê, mirov dikare bi rêya van destxetan fêm bike.”

Nekarîbûn ji qirkirinê birevin

Mirov dikarin ji van destxetan hînî xweda, teolojî, fîlozofî, dîrok, çanda xwarinê, cotkarî û baxçevaniya Aztekan bibin. Her wiha nivîskarê van desxetan, Shagun di pirtûka 11’an de behsa “Nexweşiya Çîçekê (Nexweşiya Gulê)” jî dike û vê nexweşiyê bi belgeyan nîşan dide. Ew dide zanîn ku bi hezaran insan ji ber vê nexweşiyê mirine. Pirtûka dawîn a desxetan jî behsa komkujiya bi destê dagirkerê Spanî, Pedro de Alvarado dike. Spaniyan li Meksîkayê çawa komkujî kirine û welatê Aztekan çawa dagir kirine, ev pirtûk yek bi yek van vedibêje. Bi zimanê Nahuatl ê Aztekan komkujî wiha hatiye ravekirin; “Bêhna kerkûdê dihat ji hawirdorê. Kesên ku xwestin birevin, nikarîbûn birevin û herin cihekî din.”

Destxet zimanekî jibîrkirî zindî dikin 

Axir, ev destxet jî belgeyên girîng in û behsa zilma dagirkeran dikin. Zilma Spaniyan a li ser xelkên xwecihî yên Aztek. Berxwedana xelkên xwecihî ya li hemberî mêhtingeriya Spaniyan di van desxet û resman de tê ziman. Her wiha ev destxet û resm zimanekî ku hatiye jibîrkirin ango zimanê Nahuatl jî ji nû ve zindî dikin û dikin ku xelkên xwecih ji nû ve bi hûrgiliyên zimanê xwe dakevin û biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN