Dagirkerî û asîmîlasyon di zik hev de
Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:39
- Gelek nivîskarên penaber ên ji Kurdistan, Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Efrîkayê berhemên xwe di bernameya Erinnerungensort Badehaus de pêşkeş kirin.
Gelek nivîskarên penaber ên ji Kurdistan, Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Efrîkayê berhemên xwe di bernameya Erinnerungensort Badehaus de pêşkeş kirin.
Bernameya Erinnerungensort Badehaus her sal li Wolfratshausen li nêzîkî bajarê Elmanyayê Munchenê, ji aliyê nivîskarên Elmanyayê ve tê lidarxistin. Endama PENa Kurd Anîsa Jafarî Mehr, Nivîskar Jiyar Canferd ê ku di rêveberiya PENa Kurd de cih digire jî beşdarî bernameyê bûn.
Nivîskarên Kurd Anîsa Jafarî Mehr û Jiyar Cihanferd bal bire ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û asîmîlasyonê. Her wiha Jiyar Canferd çîrokeke xwe ya Kurdî wekî beşeke ji wêjeya Kurdî xwend.
JINNEWS/MUNCHEN