Hunermend Nasir Rezazî tekildarî dagirkeriya dewleta Tirk û metirsiya şerê Kurd û Kurd axivî û got: “Dagirkeriya dewleta Tirk pirsgirêka Kurdan hemûyan e. Li çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve birîna her darekê birîna serê Kurdekî ye. Lewma divê bêyî tirs em hemû li ber dagirkeriya Tirk rabin. Ji ber ku niha tişta herî baş ji bo gelê Kurd ew e, bi îradeya xwe xebata rizgariyê bike û xwe ji bindestiyê rizgar bike.”
Rezazî têkildarî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Kurdan berde hev jî got: “Derketina şerê Kurd û Kurd tinekirina xaka Kurdistanê û xebata neteweyî ya Kurd e. Divê partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê nekevin jêr zextên dijmin. Bi guftûgoya aştiyane nakokiyên di nava xwe de çareser bikin.”
Bi dehan hunermend wê roja Pênçşemê li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên pêxistina agirê şer yê di nava Kurdan de, meşekê li dar bixin. Ji bo tevlîbûna meşê bang hate kirin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ