CPT’yê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkeriyên yên hewayî heta navçeya Çomanê birine û di vê hefteyê de 2 caran ev dever hatiye bombebarankirn.
Endamê rêkxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker sê deverên bajarokê Qesrê yê girêdayî navçeya Çomanê bombebaran kirin.
Herwiha rêxistinê diyar kir ku êrişên hewayî yên artêşa Tirk li ser bilindiyên Sêkanyan, Zînokan û Girdan li Keleka Balayan pêk hatine. CPT’yê eşkere kir ku ev cara duyemîne artêşa Tirk a dagirker di nava vê hefteyê de sînorê navçeya Çomanê bombebaran kiriye. Her wiha da zanîn ku di 20’ê Tîrmehê de balafirên şer yên dewleta Tirk geliyê Gelejêrî, Girê Bîriyan yên li zozanên Berdespiyan ya li nêzîkî Çiyayê Girdugo yê ser bi navçeya Çomanê bi dijwarî bombebaran kirin. Li gor daneyên CPT’yê ji destpêka îsal heta niha ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê 19 welatiyên sivîl şehîd bûne û 2 welatî jî birîndar bûn.
ROJNEWS