- Derhêner Metîn Ewr û Şanoger Omer Şahîn ên kuştina Bavê Teyar şermezar kirin, wiha gotin: “Cûma Xelîl nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengiyê bike. Em jî dê îro bikevin ser şopa Cûma Xelîl û divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek.”
FEXREDÎN KILIÇ-FIRAT TUNÇ / AW / AMED
Şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn, di 18’ê Çileyê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû û di 19’ê Çileyê de li Nexweşxaneya Tebqayê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Şanoger Bavê Teyar kesayetekî ji şanogerê Kurd û Kurdistanî bû û zêdetirî 30 sal bûn xizmeta şanogeriya Kurdî dikir. Derhêner Metîn Ewr û Şanoger Omer Şahîn têkildarî kuştina Bavê Teyar axivîn.
Metîn Ewr ku êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê şermezar kirin, wiha got: “Cihê ku zilm, zordarî û dagirkerî lê hebe li ber xwe dan ferz e, heq e. Ya ku em li Rojava dibînin jî ev e. Li dijî van êrişan gelên ku tama azadiyê dîtine û careke din naxwazin dîl û bindest bin li ber xwe didin. Bi berxwedana xwe radibin. Bi protestoyan gotinên xwe tînin ziman. Lê ji aliyê hêzên dagirker û çeteyan ve tên qetilkirin. Du roj berê jî bombebaranek çêbû û kesên sivîl hatin qetilkirin. Di nava van de hunermend Bavê Teyar jî hebû. Ev yek jî diyar dike ku divê rola hunermendan çawa be. Bi canê xwe bi me da hîskirin. Berê jî di hunera xwe de anîbû ziman û gotibû ‘Qelenê welat ne erzan e’. Me ev şahidî jî kir. Em pê diêşin. Cûma Xelîl careke din rola xwe ya hunermendiyê lîst. Nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengiyê bike. Li hemberî neheqiyê bi gelê xwe re be, ji bo axa xwe bedel çi dibe bila bibe divê her tim li pêş be û di vê oxirê de be.”
‘Rojava deng û hebûna me ye’
Metîn Ewr xwest ku hunermend li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilindtir bikin û wiha dewam kir: “Ji ber ku dixwazin dengê hunera kurd, hunermendiya kurd, yên pêşengtiyê dikin, yên bi gelê xwe re dimeşin, yên li axa xwe xwedî derdikevin, yên li hunera azad û berxwedêr xwedî derdikevin û bi gelê xwe re ne bibirin. Ev êriş ji ber vê yekê tên kirin. Ji îro ve divê em bi dengekî bilindtir bibin dengê Rojava. Ji ber ku Rojava mala me, dengê me û hebûna me ye.” Metîn Ewr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Cûma Xelîl di skeceke xwe de digot ‘ew çi bikin, ew çi tiştê me xera bikin, cihê me bombebaran bikin jî em ê yeke din ava bikin.’ Em jî dê îro bikevin ser şopa Cûma Xelîl û divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek.”
Divê hemû dinya pê bihese
Şanoger Omer Şahîn jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê û got: “Di vê meha dawî de li wir qetlîamên pir mezin pêk tên. Êrişên pir mezin çêdibin. Di vê çarçoveyê de gelê me yê li Rojava ji bo ku pêşiyê li van êrişan bigirin çûbûn aliyê Tişrînê. Di nava wan de siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û ji gel gelek kes hebûn. Di êrişên beriya niha de rojnamevanan jî jiyana xwe ji dest dan. Di êrişeke bombebaranê ya li ser gel de şanogerê kurd Bavê Teyar û Hevseroka PYDê ya Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan. Em weke kesên li Bakur dijîn pir diêşin û dilê me jî dişewite. Di hin aliyan de dibe ku dest û lingê me girêdayî be lê divê mirov van bigihîne hemû dinyayê. Bûyerên li vir diqewimin divê hemû dinya pêbihese ku li vê derê heqaretek, zilmek çawa tê kirin. Divê gelê me yê li hemû dinyayê vê yeke bibînin û bertekeke mezin nîşan bidin.”
Dixwazin moral û motîvasyonê xera bikin!
Omer Şahîn axaftina xwe wiha domand: “Tişta ku mirov herî zêde di bin bandora xwe de dihêle ew e ku Bavê Teyar di zarokatiya hemû kurdan de cih digirt. Li her malê bû. Em zarok bûn me CDyên wî temaşe dikir û bi vê yekê em dikeniyan. Ev ne tenê êrişeke li ser gel e. Êrişeke li ser kena gel e, li ser moral û motivasyona gel e. Lê bi çi awayî be jî têkoşîn berdewam dike. Divê mirov li çand û hunera xwe xwedî derkeve. Çanda xwe ya gelerî xwedî derkeve. Girîngiya Bavê Teyar di vir de bû. Parastina çanda gelerî dikir. Di nava gel de bû. Bi pêşxistina hunera xwe kete nava dilê hemû kurdan. Bavê Teyar dê heta hetayê di dilê kurdan de bijî. Ez bawer dikim ku girêdayî vê yekê dê di pêşerojê de gelek Bavê Teyar derkevin. Hêviya min jî ev e.”
‘Em ê xwe bispêrin rêya Bavê Teyar’
Omer Şahîn got ku “Dê xwe bispêrin wê rêya ku Bavê Teyar lê diçû” û ev tişt gotin: “Bavê Teyar mîrateyeke pir mezin e. Di warê hunerî de berpirsyariya herî mezin ku daye ser milê me ew e ku em ê bi gel re bin. Em ê her tim bi gel re xebatên xwe bimeşînin. Bavê Teyar bêtirsbûn nîşanî me hemûyan da. Bavê Teyar gotina ‘Qelenê welat ne erzan e’ di kesayeta xwe de derxist holê. Dê hunermend, henekvan û komedyenên kurd di pêşerojê de vê mîrasê her tim bi hurmet bi bîr bînin.”
Em bixebitin da ku paşve gav bavêjin
Omer Şahîn têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê muzîkjen di konserên xwe de vê yekê bînin ziman. Şanoger di listîkên xwe de, siyasetmedar di civînên xwe de vê yekê bînin ziman. Bi vî awayî hişyarbûnek di nava gel de çêdibe. Divê mirov hestiyar bin. Ev çend roj in li ser medyaya dîjîtal dengekî mezin derket lê ev ne bes e. Heke em di jiyana xwe de xwedîderketinê nîşan nedin dê lingek her tim qels bimîne. Ji ber vê yekê daxwaza min ji hunermendan, ji kesên ku ji zarokatiya xwe ve Bavê Teyar temaşe kirine, bi skecên wî keniyan e, siyasetmedaran ew e xebatan bimeşînin ku li dinyayê her kes bizane li Rojava komedyenekî kurd ê navdar bi vê rêyê hatiye kuştin. Divê ev ji aliyê hemû cîhanê ve bê zanîn. Ji bo ku em bi paş ve gavê bidin avêtin divê bixebitin.”