- HPG´ê da zanîn ku 25´ê Gulanê dagirkeran tevgera xwe zêde kiriye û lê tevî wê jî berxwedana gerîla rê li ber wan venekiriye. Di çalakiyên gerîlayan de jî herî kêm 13 dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Artêşa Tirk a dagirker li rojavayê Çemê Zê (Zapê) asê maye û encama ku xwestiye nekariye bi dest bixe. Di heman demê de ji ber Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger ku hêzên me di 24’ê Gulanê de dabû destpêkirin, artêşa Tirk derbên giran xwarin. Artêşa Tirk êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî û teknolojiya şer didomîne, di 25’ê Gulanê de bi şev tevgera dagirkeriyê berfirehtir kiriye. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşker danîne Girê Cûdî, Girê Fm yê li rojavayê Çemê Zê û Girê Hakarî yê li Metînayê û êrişa dagirker berfireh kiriye. Artêşa Tirk a dagirker di qonaxa yekemîn a êrişa xwe de encama ku xwestiye nikariye bi dest bixe û dest bi pêleke nû ya êrişê kiriye. Di sê rojên dawîn de bi hezaran obus, 118 caran bi balefirên şer, 52 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û bi helîkopteran êrişî Qadên Berxwedanê kir. Di encama çalakiyên hêzên me de jî 13 dagirker hatine kuştin, dronek û çeperek hatin îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê, 3 helîkopterên Skorsky û li çeperekî hatin xistin.”
HPG´ê wiha kite bi kite behsa çalakiyên gerîla kir:
Li herêma Avaşînê
Di 23’ê Gulanê saet di 09.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Werxelê ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Werxelê da.
Di encama vê çalakiyê de çeperek hat îmhakirin.
Di 24’ê Gulanê de saet di 14.20’an de dema ku dagirkeran xwest bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Werxelê bomberdûman bikin, hêzên me li dagirkeran da. Dagirker neçar man qedemeyekê vekişin. Heman rojê, saet di 17.30’an de hêzên me dîsa li dagirkerên li dora çeperên şer da û li vir dagirkerek kuştin. Piştî çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker 4 caran çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kir.
Di 25’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li çeperên şer ên Girê Werxelê yê girêdayî Qada Berxwedanê ya Werxelê da.
Li herêma Zê (Zapê)
Di 24’ê Gulanê de saet di 11’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ve werin, hêzên me berê bi taktîka sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî li dagirkeran da. Di encamê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî.
Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me, dagirker nîvrojê neçar man, qedemeyekê vekişin.
Di 24’ê Gulanê saet di 07.00’an de hêzên me ji nêz ve li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara da. Heman rojê saet di 07.30’an de jî hêzên me li çeperên dagirkeran ên li dora çeperên şer da. Li vir 3 dagirker hatin kuştin û derb li çeperekî hat xistin.
Di 24’ê Gulanê de bi şev hêzên me li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li helîkoptera artêşa Tirk da. Hêzên me derb li helîkoptereke êrişê û li helîkoptereke Skorsky xistin. Helîkopter neçar man ji deverê derkevin.
24’ê Gulanê saet di 23.00’an de dema ku helîkopterên êrişê xwestin qada Girê Rûbar bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran da. Helîkopter neçar man ji deverê derkevin.
Di 24’ê Gulanê de çeperên şer ên Şikefta Birîndara û Şehîd Berxwedan 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bomberdûmankirin.
Di 24’ê Gulanê saet di 15.30 û 16.00 û di 25’ê Gulanê de saet di 10.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Kurêjahro da.
Di 25’ê Gulanê saet 17.30’an de hêzên me bi sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn da. Dagirkerekî li ser çeka A-4´ê hat kuştin.
Di 25’ê Gulanê saet di 09.00’an de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a Qada Berxwedanê ya Kurojahro 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kir û piştre xwest saet di 11.30’an de bi pêş ve were. Hêzên me pêşî bi taktîka sabotajê û piştre jî bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vî şerî de 3 dagirker hatin kuştin û dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Di 25’ê Gulanê saet 16:30’an de dagirkerên li Girê Cehenemê ya girêdayî Herêma Berxwedanê ya Çiyareş ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hatine hedefgirtin û gulebaran kirin û dagirkerek hate kuştin.
Roja 25’ê Gulanê saet 06:30’î droneke bombebarkirî ya ku li ser herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara digeriya, ji aliyê hêzên me ve hate xistin û hat rûxandin.
Di 25’ê Gulanê saet 14:00’an de, dagirkerên ku xwestin qada Berxwedanê ya Girê Şahîn bi teqemeniyan bombe bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Dagirker gavekê vekişiyan.
Di 25’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 26 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndara barand.
25’ê Gulanê helîkopterên êrîşê yên ku saet 23:00’an herêma Berxwedana Girê Cûdî bombe kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Saet
23:10’an dema dagirkeran bi 13 helîkopterên Skorsky xwest li Girê Cûdî deynin, hêzên me destwerda wan. Dagirkeran xwest 11 caran bi helîkopterê li Girê Cûdî deynin, 2 helîkopterên Skorsky jî di encama mudaxeleya hêzên me de derb xwarin û ji qadê derketin. 26’ê Gulanê sibehê de li herêma Şehîd Laşker bi taktîkeke sekvaniyê li dagirkeran hate xistin.
Di 26’ê Gulanê saet 03:30’an de hêzên me li Şehîd Sîpan a herêma Berxwedanê ya Girê FM du komên dagirker xistin bin kontrola xwe. Her du komên dagirker ên ku bi Kurdî bi hev re diaxivîn, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hat xistin. Li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Agahiyên berfireh ên der barê dagirkerên hatine kuştin û birîndarkirin wê piştre bê parvekirin.
Li herêma Metînayê
Di 25’ê Gulanê piştî bombekirina bi obus, balefirên şer û helîkopteran saet 01:50’î li qadê Şehîd Hêjar a herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî dagirker 10 caran bi helîkopterên Skorsky leşker daxistin. Dagirkerên ku dixwestin li derdora çeperên şer ên Şehîd Hêjar bi cih bibin, bi taktîkên sabotajê 2 caran hatin hedefgirtin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin.
Di 26’ê Gulanê saet 04:55’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî bi çekên giran hatin hedefgirtin û xistin, diyar bû ku dagirkerek hatiye kuştin.
BEHDÎNAN