Dagirkerek û doçkayek hatin tinekirin

Sêşem 7 Çile 2025 - 02:55

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, doçkayek hate tinekirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Metînayê

4'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama vê çalakiya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin de dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

4'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çekeke giran a doçka ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

Li Herêma Xakurkê

4'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

3'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya li herêma Metînayê tunelên me 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

2, 3 û 4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin, carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3 û 4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 2-6'ê Çileyê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Şehîd Şerîf, Qele, Lolanê 8 caran, li herêma Garê qadên Mijê, Kanî Sarkê, Girê Zengilê, Zêvkê, Dêreşê, Girê Kun, Girê Egîd, Deşta Kafya 11 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4'ê Çileyê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.