Dagirkerek hate kuştin
Çarşem 13 Mijdar 2024 - 02:55
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, kamerayeke mobesse jî hate tinekirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
10'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
10'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Xakurkê
10'ê Mijdarê li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
9'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
27'ê Cotmehê li Herêma Heftanînê qada Perexê 8 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
8, 9, 10 û 11'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Sinînê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Sêdarê, Deşta Kafya, Girê Zengilê, Bêbadê, Sîser, Mêranê 16 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî 4 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
9 û 10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."
BEHDÎNAN