Di çalakiyên ku gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê lidar xistin de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, kamerayeke mobesse hate tine kirin. Herwiha derb li 3 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker, ev agahî dan:

Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

30’ê Kanûnê bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin tevgerê, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê Kanûnê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

31’ê Kanûnê bi çekên giran li dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikevin tevgerê, hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

31’ê Kanûnê hêzên me yên YJA Starê dest li tevgera helîkopteran a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî werdan.

1’ê Çileyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 3 çeperan hate xistin.

1’ê Çileyê bi taktîka sekvaniyê kamereyeke mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate tinekirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

30 û 31’ê Kanûnê 3 caran bi dronên bombebarkirî çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.

29, 30, 31’ê Kanûnê û 1’ê Çileyê Deşta Kafya, qada Şiyê, Yekmalê, Gûzê yên herêma Garê 6 caran, qada Dergelê, Golka, Şêlazê ya herêma Metînayê 5 caran, qada Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf, Girê Rostê ya herêma Xakurkê 18 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Şehîd Îbrahîm a herêma Zê carekê; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

30’ê Kanûnê bi helîkoptera êrîşê herêma Xakurkê hate bombebarankirin.

Herêmên Xakurkê, Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.”

BEHDÎNAN