- Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zê (Zap) û Xakurkê çalakî li dar xistin. Di encamê van çalakiyan de 13 dagirker hatin kuştin û yek birîndar bû.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zê (Zap) û Xakurkê çalakî li dar xistin. Di encamê van çalakiyan de 13 dagirker hatin kuştin û yek birîndar bû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Hêzên me li Avaşîn, Zê û Xakurkê çalakiyên xurt li dijî dagirkeran li dar xistin. Di encama çalakiyan de 13 dagirker hatin kuştin, dagirkerek birîndar bû, çeperek hate rûxandin û derb li droneyekê hate xistin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:
Li herêma Avaşînê;
8'ê Gulanê saet di 13:45 û 15:20'î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê xist. Heman rojê saet di 14:40'î de jî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.
Li herêma Zê;
8'ê Gulanê saet di 10:00 de li hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro xistin. Heman rojê saet di 15:00´an de li girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro çeperekî dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi temamî hate rûxandin û 6 dagirkerên tê de hatin kuştin.
8'ê Gulanê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kurêjahro li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî li dar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li çepereke dagirkeran xist û îmha kir. Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin. Baskê duyemîn jî bi sekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek kuşt. Di heman demê de hêzên me derb li droneyekê xist.
Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin kuştin.
8'ê Gulanê saet di navbera 22:00-22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin. Di encamê de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin. Heman saetê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werda ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û di encamê de neçar man ji qadê biçin.
Li herêma Xakurkê;
6'ê Gulanê saet di 16:20’an de li Girê Şehîd Derwêş, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran da û derbên serketî li hedefên diyarkirî, hatin xistin.
Êrişî sivîlan kir
HPG´ê wekî din da zanîn ku hêzên dagirker 8'ê Gulanê li herêma Xakurkê li quntara çiyayê Şekîfê, bi obus û hawanan bombe li xelkê herêmê barandine gava wan pincar kom dikirin. Ji ber vê bombardûmanê ji xelkê deverê kesek birîndar bûye. Ji 6´ê Gulanê ve bi dehan caran Zê, Avaşîn û deverên Herêmên Parastina Medyayê bi balefiran û helîkopterên êrişê hatine boombekirin.
BEHDÎNAN