Dagirkeran ji Efrînê derxin

Duşem 27 Adar 2023 - 11:23

Koçberên Cindirêsê yên li Şehbayê, bi çalakiyekê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin.

Bi sedan koçberên Efrînê bi taybet koçberên ji Cindirêsê û malbatên 4 şehîdên Newrozê beşdarî çalakiyê bûn ku li naverasta bajarokê Fafînê ya Şehbayê hat lidarxistin.

Koçberan şaxên zeytûnê û dovîzên "Efrîn azad be û dewleta Tirk biceheme” û “Efrîn dê bi fedakariya şehîdan were rizgarkirin” hildan.
Xwendekara bi navê Zîlan Seydo û mamoste Ebîr Hemade daxuyaniya xwepêşanderan xwend.

Wan got, “Armanca ji komkujiya çeteyên Ehrar El Şerqiye bi desteka MÎTʹa Tirk a di şeva Newrozê de li Cindirêsê, ew bû ku meşaleya Newrozê, meşaleya azadiyê vemire û ruhê berxwedanê têk bibin. Wan xwest guhertina demgorafîk pêk bînin û herêmê ji niştecihên wê vala bikin. Lê gelê Efrînê êdî xwe li sûcên wan ranegirt, li hemberî hovîtiya wan serî hilda û xwest ku sûcdar û çete werin dadgehkirin û komên terorîst ji Cindirêsê û Efrînê bi giştî werin derxistin.

Em bang li xelkê me yê leheng ê Cindirêsê bi taybet û yê Efrînê bi giştî dikin da ku hişyar bin, bi dek û dolabên îstîxbarata dewleta Tirk, çeteyên wê û ENKS′ê nexapin. Ji ber ku ew hewl didin hovîtiya sûcan sivik bikin û nerazîbûnê ji rêya wê ya rasteqîn derxin û li gorî armancên xwe yên partiyetiyê fînanse bikin.

Em bang li NY′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî rabin, xelkê Efrînê ji van komkujiyan biparêzin, ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê jî bixebitin.

Em bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPJ, YPG û HRE′yê dikin da ku Efrînê ji qirêjiya dagirkeran rizgar bikin."

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.