- HPG'ê da zanîn ku di êrişa hêzên wan ên hewayî ya li dijî baregeha dewleta Tirk a li Amedê de wan avahiya pîlotan û hangara balefirên şer bombe kiriye û piştî çalakiyê teqînên mezin çêbûne. Di çalakiya gerîlayan a 18'ê Gulanê ya li Xakurkê jî 6 dagirker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Xakurkê roja 18'ê Gulanê li dijî wesayîteke Reo ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Di encamê de wesayît hate îmhakirin û 6 dagirker hatin kuştin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê pêşî agahiyên berfirehtir li ser çalakiya li dijî baregeha dagirkeran a li Amedê de: "Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; di şeva 18-19'ê Gulanê de saet di 12:00 û 12:30'î bi du balafiran li 8'êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Amedê ya artêşa Tirk a dagirker, du çalakî li pey hev li dar xistin.
Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin ku pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên Tirk tê de bûn. Balafira duyemîn jî li hangara ku balafirên şer tê de bûn, xist. Ev herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hatin û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jetê ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara pîlotên dagirker ên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehate zelalkirin."
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê
HPG'ê piştre agahî li ser Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dan: "18'ê Gulanê saet di 00:30'î li herêma Xakurkê, wesayîteke bi tîpa Reo ya artêşa Tirk a dagirker dema ku di navbera Girên Kevortê û Lêlikanê de diçû, bi rêbaza sabotajê çalakî li dijî wê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayîta bi tîpa Reo bi temamî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.
Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin.
19'ê Gulanê li qada bi tîpa T a li herêma Zagrosê li dijî dagirkeran çalakiyek hate lidarxistin. Dema ku 4 dagirker civiyan, ji nêz ve derb li wan hat xistin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bêne parvekirin."
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê
HPG'ê agahiyê li ser Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê jî wiha parve kirin: "18'ê Gulanê saet di 16:30'î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Li vê derê 3 roket li kozikên dagirkeran ketin, 2 roket jî li derdora kozikan ketin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn, nehate zelalkirin.
Piştî vê çalakiyê helîkopterên Skorsky li ser herêmê geriyan, ji qereqolên li ser sînor obus li gundên Dêşîşê û Seraroyê hatin barandin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên li herêmê bû."
HPG'ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êriş biriye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê; wê 19'ê Gulanê du caran bi balefiran li Girê Zendûra yê herêma Metînayê daye, heman rojê bi şev bi helîkopteran li deverên Koordîne û Derarê yên herêma Metînayê û li devera Mamreşo ya Avaşînê daye. Seva 19'ê Gulanê diqulibe 20 Gulanê jî gundên Nêrwe û Kinyanîşê, Girê Şehîd Serxwebûn ên herêma Zapê bi helîkopteran hatine bombekirin. Balefirên şer jî heman wextî qada Werxelê ya herêma Avaşînê bombe kiriye.
HPG'ê da zanîn ku ti zirar li hêzên wê nebûye.
NAVENDA NÛÇEYAN