Dagirkeran 86 caran bombe kirin

În 21 Nîsan 2023 - 00:16

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bê navber berdewame. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 18 û 19’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê 86 caran hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê di derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û ji bo îdîayên medya Tirk ên ku dibêjin ‘6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane’, diyar kir ku ‘derew’ e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Artêşa Tirk a dagirker 18’ê Nîsanê êrîşeke hewayî ya berfireh li Garê kir. Gelek qadên Garê û gundên li derdorê 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Wezareta şerê taybet îdîa kir ku di van êrîşan de 6 windahiyên me hene. Lê belê di van êrîşên hewayî de ti windahiyên me nîne. Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî guh nedin derewên şerê taybet ên rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

18’ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

18’ê Nîsanê qada Girê Biharê, zeviyên gundên Kanîsarkê, Yekmalê, Gûzê, Şiyê, Zêvkê, Sêdarê yên Garê, quntara Sîserê, qadên Girê Egîd û Deşta Kafya 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18 û 19’ê Nîsanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 4 caran bi helîkopterên êrîşê, 57 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.