Dagirkeran 50 carî bombe barandin

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 00:39

Artêşa Tirk a dagirker 50 carî bombe li çeperên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi teknîka herî giran êrîşan dewam dike.

14'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 8 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

14'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê 42 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.