Li gel biryara rawestandina çalakiyan a hêzên gerîla, êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Dagirkeran 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên di pozîsyona parastinê de ne, êrîşan dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne, 38 caran bi helîkopterên êrîşê, tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.
Li herêma Zê (Zapê)
16'ê Sibatê hêzên dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê êrîşî hêzên me kirin. Hêzên me yên YJA Starê jî di çarçoveya parastina rewa de li dagirkeran dan. Sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke jammer hatin tinekirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
16'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
16'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço 34 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN