Dagirker vê carê li Girê Sor şikestin

Pêncşem 19 Tebax 2021 - 23:56

Hêzên gerîla li devera Girê Sor a herêma Avaşînê, ji nêz ve li dagirkerên Tirk xist. Van dagirkeran dixwest xwe nêzî tunelên şer bikin. Piştî vê destwerdanê hêzên dagirker neçar man vekişin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 18'ê Tebaxê li herêma Avaşînê dagirkeran bi çekên giran bombe li tunelên şer ên li devera Girê Sor barandin. Piştî vê bombardûmanê dagirkeran xwest xwe nêzî tunelên şer bikin. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran xist. Piştî vê destwerdanê, dagirker neçar man vekişin.

17'ê Tebaxê saet di navbera 13:00-14:00´an de li herêma Zapê, devera Girê Cûdî ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê agir bi deverê ket û şewat hîna jî dewam dike.

18'ê Tebaxê li herêma Avaşînê, li dijî tunelên şer ên li devera Girê Sor gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Saet di 19:00 de bi teqemeniyan bombe li tunelên şer hatin barandin. Heman rojê li dijî tunelên şer ên li devera Werxelê gazên kîmyewî hatin bikaranîn.

18'ê Tebaxê saet di navbera 20:45-23:20’an de bi helîkopterên êrişê bombe li devera Werxelê hate barandin.

18'ê Tebaxê di navbera saet 21:00-22:00´yan de devera Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi deverê ket ku şewat hîna jî dewam dike.

18'ê Tebaxê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Seraru û qadên Kela Qumriyê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.