Dagirker û hevkarên wan jîngehê talan dikin 

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 03:30

Êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser xaka Herêma Kurdistanê dewam dikin. Li aliyekî êriş hene, li aliyê din jî daristanên Kurdistanê tên birrîn û talankirin. Li aliyê din rejima Îranê jî bi topbaran û bombebaranê zerareke mezin gihandiye jîngeha Herêma Kurdistanê.

Çalakvanên jîngehê diyar kirin ku ji ber êriş û topbaranên dewleta Tirk a dagirker û rejima Îranê, jîngeha Herêma Kurdistanê wêran dibe: “Welatên dagirker bûne sedema têkdan û şewitandina jîngeha Herêma Kurdistanê. Nabe ji ber nakokiyên siyasî zerar li jîngehê bibe.”

Der barê mijarê de çalakvanên jîngehê yên Hewlêrê axivîn.

Çalakvanê Jîngehê Rêbîn Fetah dibêje, yek ji sedemên xirabûna jîngeha Herêma Kurdistanê êrişên dewletên dagirker ên li ser xweza, gund û daristanên Herêma Kurdistanê ne.

Rêbîn li ser mijarê got, “Topbaran û êrişên Îran û dewleta dagirker a Tirk sedemên têkdan û qirêjbûna jîngeha Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku daristan di encama topbaranan de dişewitin. Ji bona wê, ev êriş binpêkirineke li beramberî jîngehê û gefeke li ser jiyana welatiyan e.”

Der barê heman mijarê de çalakvanê Jîngehê Luqman Şêrwanî jî got, “Topbarana xaka Kurdistanê ji aliyê welatên cîran ve bûye sedema têkdana daristan û jîngeha Herêma Kurdistanê. Birrîn û şewitandina daristanên Kurdistanê ên ji ber topbaranê, ne tenê bandorê li ser jîngehê Herêmê dikin, belku bandorê li ser herêmê bi giştî dikin. Bi taybetî jî di dema guherîna avhewa û tozbarînê de.”

Luqman Şêrwanî wekî din da zanîn ku nabe ji ber nakokiyên siyasî zerar li jîngehê were kirin û got, erkeke mirovî ye ku welatên cîran zirarê nedin jîngeha Herêma Kurdistanê.

ROJNEWS/HEWLÊR

​​​​​​​

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.