- HPG´ê da zanîn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di du pêngavên şoreşgerî de gerîlayan herî kêm 38 dagirker kuştine. HPG´ê got, gerîlayan hêzên dagirker tarûmar kirine.
‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ û ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr’ artêşa Tirk tarûmar kir. Herî kêm 38 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla daxuyanî da. HPG´ê got, “Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a 23´yê Nîsana 2921´ê destpêkirî li Herêmên Parastina Medyayê Metîna, Avaşîn û Zapê, dewam dikin. Li dijî êrişên dagirkirinê gerîlayên me çalakiyên berfireh kirin û derbên giran li dagirkeran xistin. Hêzên me li Avaşîn û Zapê ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’, piştre jî li Metîna ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ da destpêkirin.”
HPG´ê encamên van pêngava eşkere kirin û got, herî kêm 38 eskerên Tirk hatine kuştin.
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan
HPG´ê ji bo encamên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan got, “25’ê Nîsanê saet 14:20’ê hêzên me ji nêz ve li komeke dagirkerên TC’ê da, wan dixwestin xwe li Girê Şehîd Serdar ê li devera Mervanos a Herêma Avaşîn bikin. Di vê çalakiyê de 6 dagiker hatine cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker çeperên xwe hiştin û reviyan.
25’ê Nîsanê saet derdorî 09:00-10:00’an de dagirkeran bi xaza jehrî bi dijwarî berê xwe da tunelên şer ên li girê Mamreşo yê herêma Avaşînê, hêzên me bi çalakiyên sabotajê li wan da. Dagiker vekişiyan. Saet 12:30’î wan xwest dîsa bi pêş ve bên, vê carê hêzên me bi rêbaza sabotajê 2 caran li wan da. Di van çalakiyan de bi kêmanî 3 dagiker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.
25’ê Nîsanê saet 10:40’î û 11:50’î, artêşa TC’ê 2 caran bi avêtina gazên jehrî xwest ber bi tunelên şer ên li Girê Şehîd Serdar ên li herêma Avaşînê ve bi pêş ve biçin. Hêzên me bi taktîka sabotajê bi xurtî li wan da û gelek kuştî û birîndarên dagirkeran çêbûn.
26’ê Nîsanê saet 07:40’î dagirker ber bi tunelên şer ve pêş ve hatin, hêzên me ji nêzîk ve bi xurtî li wan da. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.
26’ê Nîsanê saet 09:30’î hêzên me li dijî dagirkerên ku hewl dan bi dizî bikevin Girê Piramîtê li herêma Avaşînê, çalakî kir. Gerîla ketin çeperan û dagirker tarûmar kirin. Hêzên me yên demekê çeper xistin kontrola xwe, çûne ser cenazeyên dagirkeran 1 çeka MPT-55, 1 bombeavêj, 1 BKC, 1 roketa B-7, 1 dûrbûna termal, 2 dûrbûnên çekan, 1 bêtêl desteserkirin. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 4 dagirker hatin kuştin.
23’yê Nîsanê li dijî hêzên dagirker ên li Derbenda Nêrweh a herêma Zapê di nava tevgerê de bûn, hêzên me çalakiyên sabotajê kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyan windahiyên xwe li dû xwe hiştin û reviyan.
25’ê Nîsanê saet 12:10’î, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Qela Bedewê ya herêma Zapê bi cih bûbûn, 2 çalakiyên sekvaniyê kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.
Saet 17:20’an cara duyê hêzên me dagirkerên li Qela Bedewê kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birînar bûn.
25’ê Nîsanê saet 22:30’î dagirker û helîkopteran xwest bikevin devera Tîpa T a Zapê, bûn hedefa hêzên me, neçar man ku vekişin.
26’ê Nîsanê Hêzên me li qontara Girê Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê saet 07:00’an ji nêz ve li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 8 dagirker hatin cezakiri.”
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê
HPG´ê li ser encamên ‘Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê’ jî got, “25’ê Nîsanê saet 16:10’an hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Zendûra yê herêma Metînayê du çalakiyên sekvaniyê kirin, di van çalakiyan de bi kêmanî leşkerek hate cezakirin.
Heman rojê, piştî nîvrojê hêzên me bi sabotajê dagirkerek ceza kir.
26’ê Nîsanê hêzên me saet 08:55’an ji nêzîk ve bi xurtî li dagirkerên li devera Banê Şikeftê ya qada Zendûra da. Bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin.
Heman rojê saet 10:45’an hêzên me ji nêzîk ve li dagirkerên li qada Zendûra da. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
23’yê Nîsanê balafirên şer devera Derarê ya Metînayê bi dijwarî bombe kir. Saet derdorî 20:00-01:00’an leşker danîne Derarê, Girê Zendûra û Derbenda Koordîne. Hêzên me helîkopterên Skorsky 4 caran kirin hedef, neçar man ku ji qadê dûr bikevin.
24’ê Nîsanê nîvrojê artêşa TC’ê leşker danîne Girê Şehîd Dîlber ê herêma Metîna. 25’ê Nîsanê saet 10:00’an dagirker ji bo çêkirina çeperan kar dikirin, hêzên me yên YJA Starê, çalakiyeke sekvanî kir. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Heman rojê saet 12:00’an heta şevê hêzên me yên li qadê bi rêbaza sabotajê 7 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de gelek dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.”
BEHDÎNAN