Dagirker sûcên xwe dewam dike

Duşem 18 Kanûn 2023 - 16:47

HPG'ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê carekê bi bombeyên taktîk nukleer, 53 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên navbera 15-17'ê Kanûnê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got: 

 

Li herêma Xakurkê

15'ê Kanûnê dest li helîkopterên êrişê hate werdan ku bombe li qada Lolanê barandin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

16'ê Kanûnê li Girê Şehîd Kamûran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

16 û 17’ê Kanûnê dest li helîkopterên êrişê hate werdan ku bombe li qada Lolanê dibarandin. Helîkopter piştî destwerdana hêzên me neçar man ji qadê biçin.

 

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

14, 15 û 16'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 41 caran bi teqemeniyan û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

17'ê Kanûnê li herêma Zê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

15, 16 û 17'ê Kanûnê li herêma Zê çeperên me yên şer ên Şehîd Diyar 11 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

14, 15, 16 û 17'ê Kanûnê li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Şehîd Şerîf, Girê Şehîd Hawar, Ava Lolanê, Girê Rostê, Xinêra Jor 8 caran, li herêma Zê qada Şehîd Îbrahîm 2 caran, li herêma Garê qadên Heft Tebax, Gundê Şiyê, Girê Zengil 3 caran, li herêma Metînayê Gundê Dergelê, qada Golka 3 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14, 15 û 16'ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.