Dagirker qedemeyekê vekişiyan

În 4 Hezîran 2021 - 03:10

Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran ji berxwedana gerîla dixwe, bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, derdora gundan, bax û baxçeyan dibarîne. HPG'ê diyar kir ku şewata ji ber vê bombardûmanê bi herêmê ket, dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Li deverên Dola Maran, Tabûra Ereban û Dola Konferansê yên herêma Avaşînê, dagirker 1'ê Hezîranê bi qedemeyekê vekişiyan.

Dewleta Tirk a dagirker, li gel nerazîbûna xelkê me yê Başûrê Kurdistanê, hîn jî bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan, derdora gundan, bax û baxçeyan dibarîne. Di heman demê de bombeyên ku agir bi herêmê dixin, bi obusan û balafiran dibarîne. Şewata ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk rû daye, dewam dike."

HPG'ê got, bi obusan, helîkopter u balefiran 2 û 3'yê Hezîranê dagirkeran bombe barandine li Girê Zendûra, Koordîne, gundê Derarê, gundê Seraru, gundê Deşîşê û Kela Qumrî yên nehiya Kanî Masî ya ser bi Amediyê ya herêma Metînayê, li herêma Zêyê devera Çemço, devera Şamkê, devera Cîloyê Piçûk, li herêma Avaşînê devera Tabûra Ereban.

HPG'ê got di encama van êrişan de ziyan li hêzên wê nebûye. 

Andok Erdîş şehîd bû

HPG'ê wekî din da zanîn ku gerîlayê wê Andok Êrdîş (Zafer Kapici) yê li Wanê ji dayik bûye, 24'ê Gulanê jiyana xwe ji dest daye. Gerîla Andok Erdîş 23'ê Gulanê li devera Dola Maran a herêma Avaşînê di şer de birîndar bûbû û 24'ê Gulanê ji ber birînên xwe şehîd bûye.

HPG'ê da zanîn ku Andok Erdîş sala 2014'an tevlî nav refên gerîla bûbû û wiha dewam kir: "Hevrêyê me Andok bi dilsoziyeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan û hewl da ku her roj xwe ji nû ve biafirîne. Îdeolojiya Rêber Apo û çanda dilsoziya bi xakê û berxwedêrî û kedkariya ji nav hatî, gihand hev û bi vî rengî kesayetiyeke milîtaniya fedayî ya Apoyî bi dest xist. Hevrê Andok bi keda xwe û sekna xwe ya fedayî ya li nava berxwedanê, di nava têkoşîna azadiyê de wê her tim weke sembola fedayîtî û kedê bê bîranîn û di rêya serketinê de bibe çavkanî ji hevrêyên xwe re .

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd, em sersaxiyê ji xelkê Erdîşê, gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.