Dagirker qatilên hespên me û zarokên me ne

În 19 Mijdar 2021 - 23:57

  • Ciwanê 15 salî yê ku kolberî dikir, piştî ku hêzên rejîma Îranê hespên kuştin, xwe kuşt. 

Ciwanê 15 salî yê ku kolberî dikir, piştî ku hêzên rejîma Îranê hespên kuştin, xwe kuşt. 

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) ragihand ku hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê gule li hespên kolberê ciwan, Sirûş Rehmanî yê 15 salî reşandin. Hate zanîn ku Sirûş Rehmanî ji xelkê gundê Hanger Mele yê Newsûdê ye û di êrişê de hemû hespên wî hatine kuştin.

Rehmanî, ji bo debara malbata xwe bike, ev hesp bi deyn kirîbûn û piştî vê êrişê nekarî xwe li giraniya şert û mercên dijwar ên jiyanê ragire, û li şaneşîne mala xwe, xwe daliqand.

Hate diyarkirin bavê Sirûş Rehmanî bi nexweşiya penceşêrê ye û barê debara malê li ser milên Sirûş bûye.

MEHABAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.