Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Gabarê dest bi operasyoneke ji bo dagirkeriyê kiriye, bi rengekî bêencammayî neçar maye ku vekişe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, "12'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li devera Şehîd Bahoz a li herêma Gabarê ya Şirnexê barandin. Piştre jî dest bi operasyoneke berfireh a ji bo dagirkirinê kir. Ev operasyon 16'ê Îlonê bi rengekî bêencam qediya. Artêşa Tirk a dagirker di dema operasyonê de bi bombardûmanê agir bi deverê xist û şewata li deverê hîna jî dewam dike.
27'ê Îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Serrarû û qadên Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
Heman rojê saet di navbera 11:10-14:00 de gundê Şêlazê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li mal, bax û baxçeyên xelkê me yê sivîl bû.
27'ê Îlonê saet di navbera 22:50-00:30'î de qadên Geliyê Basya û Girê Şehîd Întîkam bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
27'ê Îlonê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê qada Şamkê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
27'ê Îlonê saet di navbera 19:20-19:30'î de gundê Girê yê nehiya Çemanke ya navçeya Amediyê ya Dihokê bi helîkopterên şer hate bombekirin."
BEHDÎNAN