- Êrişên dagirkeriyê û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewrûpayê bi çalakiyan hate rûreşkirin.
Kurd û dostên xwe ji bo êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan rûreş bikin, li Elmanya, Qibris, Îtalya û Norwêcê, daketin meydanan. Li bajarên Hildesheimê
HILDESHEIM: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Hildesheîmê ve hat organîzekirin, ji stasyona trenê heta avahiya şaredariyê dewam kir. Di axaftinên li ber avahiya şaredariyê de wiha hat gotin: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe û Kurdistan statuyek bi dest nexe, em ê kolanan neterikînin. Em ê li her çar aliyên cîhanê û li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li gelê xwe û doza gelê xwe derkevin." Çalakî bi dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Terorîst Erdogan" bi dawî bû.
SAARBRUCKEN: Li Saarbruckenê jî dewleta Tirk ku êrişên qirkirin û dagirkeriyê li dijî gelê Kurd pêk tîne û dewletên Rojavayî yên li hemberî bêhiqûqiyê bêdeng dimînin, hatin protestokirin. Kurd û dostên wan li Landwehrplatzê li hev civiyan û bi deqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin.
Di tevahiya meşê de ku ji kolanên herî qelebalix ên Saarbruckenê derbas bûn, li dijî dewleta Tirk a bi faşîzma AKP-MHP’ê tê birêvebirin dirûşm hatin berzkirin. Meş li hin cihên qelebalix rawestiya û axaftinên bi Elmanî hatin kirin.
Meş li Europa Galerie bi dawî bû û li vir mitîngek hat lidarxistin. Di mitîngê de qisekeran bal birin ser bêdengiya dewletên Rojavayî ya li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û destnîşankirin ku Tirkiye ji vê bêdengiyê hêz digire. Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Kurdistanê qanûnên navneteweyî tune dihesibîne û bang li dewletên Rojavayî hat kirin ku dawî li polîtîkaya xwe ya durû bînin.
OSLO: Li dijî êrişên dagirkeriyê li paytexta Norweçê Osloyê jî mîtîng hate lidarxistin. Kurd tevî dostên xwe êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û ji hikumeta Norwêcê xwestin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê zextê li dewleta Tirk bike. Qisekeran diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk şerê qirêj li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Mexmûrê dimeşîne û ji 4’ê Cotmehê û vir ve herî kêm 50 kes di encama êrişan de hatin qetilkirin. Qisekeran her wiha bi bîr xistin ku dewleta Tirk di êrîşan de binesaziyên sivîl û cihên sivîlan ên wekî navendên ceyranê, tankên avê, nexweşxane bombebaran kiriye û gotin, “Em daxwaz dikin ku hikûmeta Norwecê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û NATO'yê zextê bike da ku êrîşên dagirkerî û qirkirinê rawestîne û ji ber binpêkirina zagonên şer ên navneteweyî were darizandin.”
TOSKANA: Li bajarê Pîssa yê bajarê Toskana yê Îtalyayê jî bi beşdariya bi dehan saziyên çep-sosyalîst, xwendekar û çalakvanan li dijî şer meşek hat lidarxistin. Kurd jî tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de hat xwestin ku êrîşên Îsraîlê ên li ser gelê Filistînê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bên rawestandin û dewleta Îtalyayê jî firotina çekan a ji bo dewleta Tirk rawestîne. Her wiha daxwaz kirin ku di zûtirîn demê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê bên rawestandin. Ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve daxuyaniyeke nivîskî ya şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk were dayîn.
LÎMASOL: Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê Kurd û dostên wan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst meşiyan. Meş ji ber Navenda Çanda Kurd a Teofilos a Lîmasolê dest pê kir. Çalakgeran li ber Şaredariya Lîmasolê meş veguherandin mîtîngê û li vir daxuyanî dan. Çalakgeran bal birin ser bêdengiya hêzên navneteweyî û diyar kirin ku hêzên ku ji bo Filistînê diqîrin li aliyekê komkujî û qirkirina li Kurdistanê erê dikin. Çalakgeran peyama heta ku dawî li tecrîd û êrişên dagirkerî û qirkirinê were wê çalakiyên xwe bidomînin dan. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN