• KNK: Divê rayedarên Kurd bên hişyar kirin derbarê tehlûkeyên bipêşnexistina polîtîkayên ziman û pîlanên derbarê ziman de. Ji bo me, ziman nasname û hebûna me ye. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî daxuyaniyek da û got, “Sîstemên faşîst ên dewletên dagirker, zimanê Kurdî û zimanê pêkhateyên Kurdistanê dixin tehlûkeyê.”

KNK got, neteweyên li cîhanê hemû bi rêbazên xwe 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê pîroz dikin û wiha dewam kir: “Ji bo me Kurdan û neteweyên Kurdistanî, wateyeke kûr û girîng a vê rojê heye.

Zimanê Kurdî, ev demeke dirêj e hatiye ber nemanê. Ev rewş bi taybetî li Bakur û Rojhilatê welat zêdetir tê hîskirin. Di axaftinên rojane de bikarneanîna zimanê dayîkê, sedema herî girîng a vê yekê ye. Ya girîngtir jî ew e ku zimanê dayîkê nebûye zimanê perwerde û hînkirinê. Ziman her tim ji bo Kurdan bûye sengera berxwedanê û divê ev yek were xurtkirin. Ziman, ji bo her neteweyê stûna hebûnê ye. Em li ser pirsgirêkên ziman nesekinin, ev ê bihêle ku ziman tine bibe.

 

Başûr divê platformên ziman ava bike

Li Başûrê Kurdistanê, parlamen, hikûmet û saziyên fermî hene. Di destûra dewleta Iraqê ya Federal de, zimanê Kurdî hatiye nasîn. Lê ji ber nebûna polîtîkayên derbarê ziman de û pîlanên zanistî, zimanê Kurdî rû bi rûyê astengiyan dibe. Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê bi lezgînî van pirsgirêkan çareser bike û di mijara ziman de platforman ava bike. 

 

Li Rojava îradeyeke xurt heye

Li Rojava tevî pêvajoya dagirkerî, şer û berxwedanê, îradeyeke xurt heye. Rêveberiya Xweser di saziyên perwerdeyê de bi zimanê Kurdî û Suryanî perwerdeyê dide. 

 

Divê hemû zaravayên Kurdî bên parastin

Li herdu parçeyên din ên welat, ji bilî bikarneanîna Kurdî weke zimanê perwerdeyê, sîstemên faşîst ên dewletên dagirker, zimanê Kurdî û zimanê pêkhateyên Kurdistanê dixin tehlûkeyê. Hebûna gelek zaravayan di Kurdî de hêz û dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Pirrzimaniya civaka Kurdistanê, nîşaneya pirrengiyê ye. Ji ber vê sedemê, divê zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe bê parastin û weke zimanê perwerdeyê yê fermî bê nasîn û bipêşxistin. 

 

Balê bibin ser zextên dagirkeran

Beşeke mezin a Kurdan li derveyî welat dijî. Divê Kurdên li deverên lê dijîn, zimanê Kurdî bidin jiyîn û ji tinebûnê rizgar bikin. Di vê çarçoveyê de, li derveyî pîrozbahiyan, bikaribin bala civakên navneteweyî û rêxistinên pispor di mijara ziman û çandê de bibin ser zextên dewletên dagirker ên li ser zimanê Kurdî û zimanê pêkhateyên din ên Kurdistanê. 

 

Divê rayedarên Kurd bên hişyarkirin

Weke KNK em bang dikin da ku saziyên ziman, çand, perwerde, medya û çapemeniyê, her cûre êriş, zext û tehlûkeyên li dijî zimanê Kurdî rawestînin û li hemberî pîlanên dagirkeran bêdeng nemînin. Divê rayedarên Kurd bên hişyar kirin derbarê tehlûkeyên bipêşnexistina polîtîkayên ziman û pîlanên derbarê ziman de. Ji bo me, ziman bi tenê amûreke ragihandinê nîne, di heman demê de nasname û hebûna me ye. Parastina ziman erka me ye. Divê em bi hev re xizmetê ji vê yekê re bikin û bigîhînin asta herî jor.”

NAVENDA NÛÇEYAN