• Gerîlayên Kurdistanê herî kên 3 esker li Avaşînê kuştin û dagirker du caran neçar kirin ku vekişin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çalakiyan 3 dagirkerên din ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de HPG´ê li ser çalakiyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê yên li herêma Avaşînê got, "23'ê Hezîranê ji saet 05:00 heta 24'ê Hezîranê saet 20:00 çeperên şer ên li qada Werxelê hatin bombekirin. 24'ê Hezîranê saet di 12:00´an de li dijî dagirkerên, dixwestin bikevin nava çeperên şer, bi koordîneyî çalakî hatin lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Li vir dagirkerek hate cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li hedefên dagirkeran xist û li vir jî dagirkerek hate cezakirin. Heta saet 17:00´an jî şer dem bi dem dewam kir. Di encamê de dagirker bi qedemeyekê vekişiyan. Saet di 21:30'î de komeke dagirker dema ku tevdigeriya bû hedefa hêzên me. Hejmara dagirkerên ku li vir hatin cezakirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin. Di heman demê de bi çekên giran li helîkopterên êrişê û yên Skorsky hate xistin ku hewl didan bikevin qadê.
25'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li qada Girê Sor bi çalakiyekê dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar qedemeyekê vekişiyan."

BEHDÎNAN