Dagirker cenazeyan diavêjin

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Artêşa Tirk cenazeyê leşkerên xwe li meydana şer diavêje û ew cenaze li derve xira dibin. HPG´ê ji bo ku cenazeyê leşkerê dagirker Nacî Kaygisiz avêtî nemîne û li derve xiranebe û nerize, bang li malbata wî kir, da ku cenazeyê xwe bibe.

HPG'ê bang li malbata leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz kir û got, “Heger ew bixwazin, em dikarin cenazeyê wan bi rêya sivîlan radestî wan bikin."

HPG´ê wekî din da zanîn ku di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 8 dagirker hatine kuştin. HPG´ê di daxuyaniya xwe ya pêr de jî dabû zanîn ku 19 dagirker hatine kuştin.  

Dewleta Tirk a dagirker ji mêj e ku leşkerên xwe yên kuştî eşkere nake û di vê êrişa dawî de li cenazeyên wan jî xwedî dernakeve. HPG´ê dabû zanîn ku cenazeyê dagirkerekî di destê wê de ye. Dewleta Tirk ev kuştiyê xwe jî eşkere nekir. Li ser vê HPG´ê navê leşker Nacî Kaygisiz eşkere kir û bang li malbata wî kir da ku cenazeyê xwe bibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser leşkerê Tirk ê kuştî yê ku cenazeyê wî di destê gerîlayan de ye, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de HPG´ê got, heger malbat bixwaze, ew dikarin cenaze bi rêya sivîlan bigihînin malbatê. HPG´ê got, "Weke ku me di daxuyaniya xwe ya 21'ê Hezîrana 2022'an de got; Hûlûsî Akar û Tayyîp Erdogan leşkerên ku ber bi qadên gerîla ve dehf didin, tenê ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kar tînin. Mirina leşkeran ku qet ne xema wan e, bi durûtiyeke mezin ji raya giştî vedişêrin. Bila gelê Kurdistanê, gel û raya giştî ya Tirkiyeyê zanibe; artêşa Tirk derbên ku dixwe û mirina leşkeran, vedişêre. Ne tenê vedişêre, di heman demê de gelek cenazeyên leşkeran li naverastê dihêle, cenazeyan dirizînin û nadin malbatên wan.”

Kuştina wî jî eşkere nekir

HPG´ê li ser kuştina dagirker Nacî Kaygisiz got, “Di daxuyaniya xwe ya 7'ê Tîrmeha 2022'an de me agahî dabû ku 7'ê Tîrmehê saet di 08:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, 2 leşkerên Tirk ên dixwestin ber bi çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdoxan ve bên, hatin cezakirin û cenazeyê leşkerekî di destê hêzên me de ye.

Hate tespîtkirin, ku leşkerê di 7'ê Tîrmeha 2022'an de mir û cenazeyê wî di destê hêzên me de ye, Nacî Kaygisiz e. Eşkere bû ku ev leşker ji hêza taybet a Tirk e û mirina wî ji raya giştî hatiye veşartin. Me beriya niha jî bi raya giştî re parve kiribû, yên ku van leşkeran ji bo dagirkeriyê dişînin Kurdistanê xwedî li cenazeyên wan jî dernakevin. Ji ber vê yekê, em bang li malbata leşkerê Tirk Nacî Kaygisiz dikin; heger bixwazin em dikarin bi rêya sivîlan cenazeyê wan radestî wan bikin. Malbata wî dikare bê Amediyê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê û bi rêya sivîlên li vê herêmê dikare têkiliyê bi me re deyne."

Gerîlayan 27 dagirkerên din kuştin

HPG'ê doh bi daxuyaniyeke din got, "Li dijî êrîşên dagirkeriyê, di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê hatin lidarxistin, 8 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. Dagirkerên ku nikarin li ber berxwedana gerîla bisekinin, 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 15 caran jî bi balafirên şer bombe li qadên berxwedanê barandin."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir:

Li Zê (Zapê)

9'ê Tîrmehê nîvrojê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li tunelên şer barandin û piştre ketin nava liv û tevgerê. Tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kirin.

9'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Van dagirkeran dixwest ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin.

Li Metînayê

9'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ber bi çeperên şer ve ketin nava liv û tevgerê, tîmên me yên bi tevger li wan da û herî kêm dagirkerek ceza kirin.

10'ê Tîrmehê saet di 06:00 û 06:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê li dagirkeran xist. 5 dagirker hatin cezakirin.

10'ê Tîrmehê saet di 08:35'an de sîstemeke kamera ya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, hate îmhakirin. Piştre jî dagirkerê ku ji bo kontrolkirina kameraya mobesse hate qadê, bi sekvaniyê hate cezakirin.

HPG´ê pêr jî bi daxuyaniyekê da got, “Di encama çalakiyên ji bo bibîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger bi giştî 19 dagirker ceza kirin û 2 ji wan payebilind bûn, 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin, derb li helîkopterekê jî hat xistin. Dagirkerên ku li hemberî gerîlayên me yên Azadiyê nekarîn encamên ku li bendê bûn bi dest bixin, 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 26 caran bi helîkopterên êrişê û 5 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê û tunelên şer bombe kirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.