Dagirker bi topên fosforê bombe dikin

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:45

HPG'ê ragihand ku qadên berxwedanê yên gerîla 15 caran bi topên ji madeyên fosforê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, “Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeyên fosforê, sûcên şer dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişan li ser bingeha xweparastinê, bersiv dan.

 

Li herêma Zê (Zapê)

25'ê Sibatê saet di 10:30 û 12:00 de, dagirkeran êriş bire ser çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xist.

25'ê Sibatê saet di 19:00 de, dagirkerên li derdora çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê êriş birin ser hêzên me û xwestin sîstema kamera ya mobesse bi cih bikin. Hêzên me neçar man ku li hemberî êrişan xwe biparêzin û bi sekvaniyê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

25'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê bi tankan, 15 caran bi topên ji madeyên fosforê hatin bombekirin.

24'ê Sibatê qada Xêrê ya Garê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

25'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 43 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.