Dag: Ji qehrê dijmin ve li her derî Kurdî

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:36

  • Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag li ser têkoşîna ciwanan axivî û got, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. 

Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag li ser têkoşîna ciwanan axivî û got, divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. 

Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Amedê, Dersim Dag têkildarî rojeva ciwanan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên derbarê ciwanan de nirxandin. Dêrsim Dagê bal bire ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re û got,  “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”  

Dêrsim Dagê wekî got, “Em ber bi 15’ê Gulanê ve diçin. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Em her roj dibînin ku Kurdî li vê axê tine tê hesibandin, kesên ku zimanê wan Kurdî ye, tên kuştin û êrişî wan tê kirin. Bi minasebeta 15’ê Gulanê em daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê fermî. Em daxwaz dikin hemû gelên ku li vê erdnîgariyê ne, azad bi zimanê xwe bijîn û perwerde bibin. Îro li

Tirkiyeyê ji bilî Tirkî zimanê ku herî zêde tê axaftin Kurdî ye. Kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye, li parlamenê wekî zimanê biyanî tê pênasekirin. Li dijî vê yekê, em li her derê Kurdî diaxivin, li her derê Kurdî dixwînin û xwedî li Kurdî derdikevin. Ez careke din ji vir li zarokên Kurd û li Gelê Kurd

Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Divê demildest Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.