• Malbata Şenyaşar, doh ji bo ku kurê wan Fadil Şenyaşar were berdan, li pêşiya Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ya Dîlokê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir.

Malbata Şenyaşar, doh ji bo ku kurê wan Fadil Şenyaşar were berdan, li pêşiya Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ya Dîlokê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Malbatê xwest bi şandeya dadgehê re hevdîtinê bike, lê belê ev daxwaza wan hate redkirin. 

Malbatê, di roja 357´an a çalakiya xwe de yanî doh nobeta xwe li pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê girt. Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re, şandeyeke ji Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Dîlokê îro çû serdana malbatê. Malbatê bi nivîsa hanê şande pêşwazî kir: “Du zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê qetil kirin! Lê kesek nehat girtin. Kurekî min ev 4 sal in bi fermana serdestan di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Dixwazim ku kurê min di demekî nêz de were berdan!’’

MA/DÎLOK