Dadgehê leşkerên kujer berdan
Sêşem 28 Sibat 2023 - 16:29
Dadgeha Bilind biryara beraata serbazên bi nave Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên ku li Şemzînanê êrîşî Pirtûkxaneya Ûmûtê kiribûn, erê kir.
Serbazên bi navên Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş piştî êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Ûmûtê ya Şemzînana Colemêrgê reviyabûn, hatibûn girtin. Biryara beraetê ya ji bo Kaya, Îldenîz û Ateş ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Her sê bersûc ji sûcên “Kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “Hewldana ji bo kuştina mirovan” dihatin darizandin.
Dadgeha Cezayên Giran a 1’emîn a Wanê biryara beraetê dabû û Daîreya Cezayan a 3’yemîn a Dadgeha Bilind jî îddîa kir ku delîlên berbiçav û şênber tuneye ku mirov bibêje ev sûc hatiye kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Tirk ê wê demê Yaşar Buyukanit ji bo serbazên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz ên ku bombe avêtibûn gotibû ‘Ez wan nas dikim, kesên baş in.”
ANF/WAN