Dadgehê hesabê PKK’ê kir

În 1 Nîsan 2022 - 22:00

  • Parêzerên PKK’ê: Di pêvajoya dirêj a dadgehê de gelekî girîng bû ku em di minaqeşeyan de fikrên xwe îfade bikin. Van fikran jî xwe di minaqeşeya dadgehê ya li ser mafê diyarkirina çarenûsê yê gelan de da der. Heyeta dadgehê bi vî awayî li ser vê meselê nîşan da ku hesabê PKK’ê dike.

ERKAN GÜLBAHÇE / LUKSEMBURG

Li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê, li Luksembûrgê, rûniştina doza ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' pêr bi rê ve çû.

Parêzerên PKK’ê piştî rûniştina dozê got, dadgeh hesabê PKK’ê dike, û wê li ber çavan digire.

Ev doz li Dîwana Edaletê ya li Luksembûrgê ev 8 sal in dewam dike. Li aliyekî dozê Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê û Komîsyona Ewrûpayê hene, li aliyê din jî PKK heye. PKK’ê doz li dema 2014 ta 2020’an vekiriye û bi cihkirina navê xwe di lîsteya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya rêxistinên terorîst de weke neheqî û şaş dibîne. Di rûniştinê de aliyan pozîsyona xwe diyar kir û dadgehê jî da zanîn ku ew biryarê paşê eşkere bike. Piştî rûniştinê parêzerên PKK’ê Marieke Van Eik û Tamara Buruma civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiv da pirsên me jî.

PKK’ê li ber çavan digire

Parêzeran birêveçûna dozê wiha nirxand: "Rûniştin têra xwe baş bû. Ji bo ku mijar zelaltir bê minaqeşekirin û rastî werin eşkere kirin, pirsên zelal û darîçav hatin kirin. Di pêvajoya dirêj a dadgehê de gelekî girîng bû ku em di minaqeşeyan de fikrên xwe îfade bikin. Van fikran jî nexasim xwe di minaqeşeya dadgehê ya li ser mafê diyarkirina çarenûsê yê gelan de da der. Heyeta dadgehê bi vî awayî li ser vê meselê nîşan da ku hesabê PKK’ê dike, PKK’ê li ber çavan digire." 

Heta 7 mehan dibe ku biryar bê dayîn

Parêzeran got, ew li bendê ne ku di nava 7 mehan de biryar bê eşkerekirin û wiha peyivîn: “Dibe ku biryar ji ya 2018’an guhertî be. Di 2018’an de tenê bi beşeke argumanan daketibû û biryar dabû. Niha wê bi argumanan hemûyan bi xweşikî dakeve." 

Wan got, biryar wê tesîrê li doza sêyem ya li ser lîsteya 2020-2022’yan jî bike û wiha peyivîn: “Doza sisiyan pirr dişibe vê dozê. Biryara vê dozê wê berê doza me di 2021’ê de da destpêkirin jî diyar bike. Argumanên bên redkirin û qebûlkirin wê di doza 2021’ê de jî xwe bidin der. Em wiha dipên ku elaqedarî hiştina navê PKK’ê di lîsteyê de wê encama herî girîng derxîne holê.”

Dadgehê ji ber ku Konseya Ewrûpayê biryara wê ya 2018’an bi cih neanî, erza wê şikandibû. Li ser meselê parêzeran got, “Heyeta dadgehê ji ber bicihneanîna biryara xwe ya 2018'an rexneyên cidî li Konseya Yekîtiya Ewrûpayê kirin. Heyetê got, çima te rêz ji biryara min re negirt û bi cih neanî? Konseya Yekîtiya Ewrûpayê jî xemgîniya xwe îfade kir û doza lênegirtinê li dadgehê kir.” 

Rîsk ne hinceteke têrker e

Ji bo argumana aliyê Konseya Ewrûpayê ya çalakiyên leşkerî û rîska terorîzmê jî parêzeran got, “Hukmê heyetê li ser vê mijarê heye.

Hin arguman dişibin ên Konseyê. Lê bi ya me cudahiyên mezin û diyarker jî hene. Konsey ji bo hinceta rîska terorîzmê tenê çalakiyên leşkerî weke bingeh dibîne. Tişta ku em li serê disekinin ev e. Me hewl da rave bikin ku bi mînakên çalakiyên leşkerî tenê hinceta rîska terorîzmê çênabe. Em difikirin ku heyet wê li ser mijarê biryarekê bide.” 

Parêzeran wekî din got, “Heyeta dadgehê got, konseyê hincetên ji bo di lîsteyê de hiştina PKK'ê ji ber hincetên doza 2018'an girtine û bi ya vê dozê ve kirine. Dadgehê berê biryar dabû ku nabe PKK di lîsteyê de bê hiştin. Heyetê ji argumanên me fêm kir û bi ser Konseyê de çû. Ji wan pirsî, 'ma hûn biryarên me cidî nagirin?'” 

Naxwe biryarê dewleta Tirk dide

Li ser şertê îmzekirina peymaneke aştiyê ji bo derxistina ji lîsteya terorê, parêzeran got, “Konseyê got, ji bo rêxistinek ji lîsteyê bê derxistin, divê peymaneke aştiyê îmze bike. Argumana me jî ev e: Heger aliyê din nexwaze îmze bike, yanî dewleta Tirk îmze neke, hingê ew ji bo ku aliyê din yanî rêxistin di lîsteylê de bimîne, dikare tesîra bi niyeta xirab bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.