• Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ji ber ku biryara wê ya li ser derxistina PKK´ê ji lîsteya terorê bi cih neanî, erza Konseya Ewrûpayê şikand. Heyeta dadgehê li ser mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê jî minaqeşe kirin. Parêzer Şahîn Tucer jî got, ew bawer dike biryara dadgehê wê erênî be. 

ERKAN GÜLBAHÇE / LUKSEMBURG

Li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê, rûniştina doza ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' doh bi rê ve çû. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar got, "Bi argumanên dewleta Tirk, me bi terorîstiyê sûcdar dikin."

Ev doz li Dîwana Edaletê ya li Luksembûrgê ev 8 sal in dewam dike. Li aliyekî dozê Yekîtiya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê û Komîsyona Ewrûpayê hene, li aliyê din jî PKK heye.

Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpayê ya li Luksembûrgê dawiya sala 2018'an biryar dabû ku hincetên ji bo hiştina PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorîst de têrê nakin û lîsteyên di navbera salên 2014 û 2017'an betal kiribûn. Yanî dadgehê hukim kiribû ku bi van argumanan nabe ku PKK di lîsteyê de bê hiştin.

Yekîtiya Ewrûpayê biryar biribû temyîzê. Piştre jî Ingilistanê sala 2018'an ji bo hiştina PKK'ê di lîsteyê de jinûve miracaet kiribû û bi heman argumanan bi rengekî otomatîk 9'ê Çileya 2018'an ji nû ve PKK xistibû lîsteyê. Aliyê Kurd jî 7'ê Adara heman salê li dijî lîsteya nû doz vekiribû.

Lîste di prensîbê de şeş mehan carekê di ber çavan re tê derbaskirin. Lê belê carna ev jinûve nirxandin 2 salan carekê dibe.

Di doza 31'ê Adarê ya li Luksembûrgê de miracaeta temyîzê ya Yekîtiya Ewrûpayê û doza PKK'ê ya piştî sala 2018'an li dijî lîsteyan kiribû, kirin yek.

Parêzerên PKK'ê israr dikin ku PKK nabe ku tenê bi çalakiyên leşkerî bê nirxandin, divê ji aliyê civakî, aborî û siyasî ve jî bê nirxandin.

Parêzer bi taybetî balê dibin ser karên PKK'ê yên ji bo ciwanan, zarokan, jinan, xwezayê û aboriyê.

Di rûniştinê de li parastina aliyan hate guhdarîkirin. Rûniştin ji aliyê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ve hate şopandin.

Aliyan parastina xwe kir

Ji parêzerên PKK'ê Tamara Bruma diyar kir ku piştî dozeke ji 8 salan îro wê doz ji esasê bê nirxandin. Bruma biryara sala 2018'an bi bîr xist û got, PKK ti carî çalakiyên xwe yên li dijî hedefên leşkerî înkar nake. Brûma qala lîsteyeke 'çalakiyan' kir ku aliyê dijber pêşkêş kir û destnîşan kir ku ti delîl nehatiye pêşkêşkirin ku nîşan bide ev çalakî 'çalakiyên terorîstî' ne.

Bruma ragihand ku lîsteya 'çalakiyê' ya ku ji bo sala 2019'an hate pêşkêşkirin ji hedefên leşkerî pêk tê û anî ziman, ku ev yek jî parçeyek ji şerê çekdarî ye.

Parêzera Konseya Ewrûpayê jî îdîa kir ku 'çalakiyeke bi tenê ya terorîstî têrê dike', lê belê nekarî detayê vê raxe pêş çavan. Parêzera Konseya Ewrûpayê israr kir ku 'tevlîkirina PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorîst heq e' û rîska 'çalakiya terorîst' ji xwe re kir esas.

Li ser pirseke dadgerê dadgehê, ji parêzerên PKK'ê Bruma xwest biryara 2019'an û sûcdariyên ku têkildarî çalakiyan têne kirin, bê redkirin.

“Konseya Ewrpoayê kelevajî ye”

Konseya Ewrûpayê her wiha ji dadgehê re got, parêzerên PKK'ê nikarin PKK'ê temsîl bikin. Dadger jî ev daxwaza Konseya Ewrûpayê bêwate dît û red kir.

Dadger gelek pirs li aliyan kirin. Parêzera PKK´ê Tamara Bruma destnîşan kir ku hemû çalakiyên şerekî navxweyî nabe ku bi rengekî otomatîk weke 'terorîst' bên pênasekirin û anî ziman ku ev şerê navxweyî ji bo demokratîkkirina welatekî ye.

Konseya Ewrûpayê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku mijar di vir de gelê Kurd nîne, PKK ye. 

Îtîraza copy-paste dadger aciz kir

Dadger li ser îtîraza Konseya Ewrûpayê jî agahiyeke muhim parve kir: ''Li dijî biryara ku dadgehê betal kiriye, mirov şaş dimîne ku Konseyê bi copy-paste (kopîkirin û pêvezeliqandinê) îtîraz bike.” 

Şandeya dadgehê bal bire ser mînakên mafê diyarkirina çarenûsê, armancên PKK'ê û şerê li deverên din ên cîhane. Ji dadgeran yekî bal bire ser wê yekê ku Neteweyên Yekbûyî xasma jî mafê diyarkirina çarenûsê ya Polîsaro qebûl kiriye. Dadger got di vê rewşê de PKK wê bi kîjan çarçoweya hiqûqî were nirxandin. Parêzera PKK'ê Bruma jî got, ew pê kêfxweş e ku armanca diyarkirina çarenûsê ya PKK´ê tê nîqaşkirin, û ji ber ku li NY'yê li ser Kurdan mafê diyakirina çarenûsê nîne, ev nayê maneya ku ev ji bo gelê Kurd bi cih nayê.

Haya wan ji dosyayê hebû

Nûnerê MAF-DAD´ê yê Belçîkayê parêzer Şahin Tucer ji me re peyivî û got, dadgeran dosya baş lêkola bû û ji her du aliyan jî pirsên girîng kirine. Tucer wiha peyivî: “Dadgehê, di warê bicihneanîna biryara Dîwana Edaletê ya 2018´an a ku digot, Konseya Ewrûpayê bi neheqî PKK´ê di lîsteya terorê de hiştiye, gelekî zor kir li Konseya Ewrûpayê. Tevî ku Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê sala 2018´an argumanên ji bo lîsteya terorê betal kirin jî, Konseyê bi heman argumanan sala 2019´an PKK careke din kire lîsteyê. Dadgehê ev yek rexne kir û xwest konsey rêzê ji biryara wê re bigire. Jixwe, Konseya Ewrûpayê, ji ber klu ev biryar bi cih neaniye, got, xemgîn e û bi rengekî ji rengan jî doza lêbihurînê kir.”

Biryareke erênî muhtemel e

Tucer bal bire ser minaqeşeyên li ser mafê diyarkirina çarenûsa gelan, û got, “Pirsên heyeta dadgehê jî xweşik bûn.” Tucer di dawiyê de jî got, minaqeşeyên heta niha, dikin ku mirov bi hêvî be ku dadgeh wê biryareke erênî bide.

Gava ku nûçeya me dihat amadekirin, rûniştinê dewam dikir. Biryara vê rûniştina biryarê ka wê kengî ji raya giştî re bê eşkerekirin nayê zanîn.

Em heq in

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar got, ''Ji ber ku bi rengekî pirrî neheq têkoşîna azadiya Kurdistanê bi terorîstî tê tawanbarkirin, ev doz li dijî Yekîtiya Ewrûpayê hatiye vekirin. Weke beriya niha heke di berjewendiya me de ev doz derkeve, divê lîste bi temamî birûxe. Hê jî serê çend mehan nû dikin, bi ser de îtîraz dikin. Niha dosyayeke me ya din jî heye. Bi me ev dosya pirr girîng e.

Hêviya me ew e ku ji bo me bi xweşî biencam bibe. Em heq in. Aliyê dijber neheq e. Bi argûmanên dewleta Tirk dixwazin me bi terorîstiyê tawanbar bikin.''