Di 20’ê Tîrmehê de Dadgeha Hewlêrê bi îdîaya ‘sextekariyê’ 4 salên din cezayê girtîgehê da Girtiyê Bendînanê rojnamevan Şêrwan Şêrwanî. Parêzerên Girtiyên Behdînanê derbarê cezakirina Şêrwanî de axivîn.

Parêzer Remezan Ertîs da zanîn ku biryara 4 sal ceza dayîna rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, biryarek siyasî û ti aliyek xwe yê bi edaletê nîne. Remezan got di demekê de ku ti giliyek li ser Şêrwan nîne, biryarek wiha hatiye girtin û got;“Dadgehên Herêmê dibin fermana kes û aliyên siyasî de ne, ji ber ku wan xaka Herêma Kurdistanê firotine dijmin û heya niha jî ew nehatine dadgehkirin û nehatine girtin. Girtina Şêrwanî dûrî pîvanên yasayî ye, ev biryareke siyasî ye.”

Parêzer Rêvîng Yasîn jî ragihand ku dagehên Herêma Kurdistanê serweriya xwe ji dest dane û got;“Ji ber ku 4 sal ceza dayîna Şêrwanî, biryarek siyasî ye. Pêwîste dawî li vê dosyayê were, lê dadgehên Herêma Kurdistanê bê ku pîvanên yasayî bicih bînin, bi biryareke siyasî Şêrwanî cezakirin.”

ROJNEWS/HEWLÊR