- Biryara îdamkirina ciwanên Kurd ên rêveberê MÎT´ê Osman Kose kuştin, çû ber destê Nêçîrvan Barzanî.
Dadgeha Temyîzê ya Hewlêrê, biryara îdamê ya Dadgeha Ceza ya Hewlêrê ya li dijî ciwanên Kurd ên berpirsê MÎT´a Tirk Osman Kose li Hewlêrê kuştin, erê kir.Ciwanên welatparêz Mazlûm Dag û Abdurrahman Şahin ku tola komkujiyan ji dewleta Tirk hilandin, bi vî rengî hem hatin cezakirin û hem jî cezayekî li derveyî insanetiyê li wan hat birrîn. Êdî ji bo bicihanîn yan jî bicihneanîna vê biryara ne insanî û ne neteweyî, meqamê dawî serokê Kurdistan Federe Nêçîrvan Barzanî ye.
HEWLÊR