Dadgeh dikare neheqiyê bi dawî bike

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 22:30

  • Em piştî rûniştina li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya doza PKK’ê, bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zübeyir Aydar re peyivîn.

ERKAN GULBAHÇE / LUKSEMBURG

Em piştî rûniştina li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya doza PKK’ê, bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zübeyir Aydar re peyivîn. Aydar bi bîr xist ku li Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ev 8 sal in têkoşînek dewam dike û wiha dewam kir: “Di vê pêvajoyê de gelek belge û agahî pêşkêşî dadgehê hatin kirin. Têkoşîneke pirr ciddî ya hiqûqî heye. Li hemberî vê Konseya Ewrûpayê bi argumanên dewleta Tirk biryara bi cihkirina

PKK’ê di lîsteyê de diparêze. Li şûna belge û agahiyan bidin, ew parastineke siyasî dikin”. 

Aydar got, zehmet e mirov pêş bibîne ka dadgeh wê biryareke çawa bide û wiha peyivî: “Em li bendê de ne dadgeh di nava 6 mehan û salekê de eşkere bike. Biryara dadgehê jî wê di encamê de siyasî be. Ji ber wê yekê, ka di pêvajoya li pê me de wê çi biqewime, ew ê encama dagehê jî diyar bike. Biryareke qedexeyê wergirtine, gava ev kirine xwe li rastiyan kor kirine, xwe nespartine belge û agahiyan. Vê jî kiriye ku mexdûr bibe. Ji bo bidawîkirina vê mexdûrbûnê û neheqiyê erkek dikeve ser milê dadgehê jî. Em difikirin ku biryara dadgehê wê ji bo sererastkirina vê biryara siyasî bi roleke muhim rabe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.