- Xizmên qurbaniyên qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê, yanî Enfalê yên li bajarokê Qadirkerem a ser bi Çemçemalê, piştgirî dan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.
Xizmên qurbaniyên qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê, yanî Enfalê yên li bajarokê Qadirkerem a ser bi Çemçemalê, piştgirî dan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’. Wan bang li Kurdên her çar aliyê cîhanê kir da ku bi çalakiyên cuda zextê çêkin. Wan got, PKK şer dike li dijî terorê û doza rewa ya gelê Kurd jî diparêze.
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûna 2021´ê de kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku 4 milyon îmzeyan berhev bike.
Di vê çarçoveyê de heman kampanya 29’ê Çileyê 2022´yan de bi tevlîbûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn û siyasetvanan li Başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin û hîna didome. Di vê çarçoveyê de Xizmên qurbaniyên Qirkirina Enfalê yên li bajarokê Qadirkerem ê ser bi Çemçemalê, piştgirî dan kampanyayê.
Bi girtinê aştî nabe
Ji wan Necat Teyîb got, “PKK rêxistineke azadîxwaz û şoreşger e. Lewma pêwîst e welat û rêxistinên navneteweyî hewl bidin wê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî derxin. PKK di şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Kerkûkê de xwedî gelek şehîdan e. Lewma girîng e hewl were dayîn ku ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin. Ji ber ku tişta ku PKK dike ji bo bidestxistina mafên destûrî yên gelê Kurd e.”
Necat Teyîb xwest welatî ji bo çêkirina zextê û derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’, li Hewlêrê biçin ber deriyê Neteweyên Yekbûyî (NY). Wî got, divê dewleta Tirk jî deriyê guftûgoyê ji bo Îmraliyê veke û pirsgirêkê li ser maseya guftûgoyê çareser bike: “Bi girtina Ocalan, Selahedîn Demirtaş û yên din li herêmê qet aştî pêk nayê.”
PKK ji bo aştî û îstîqrarê ye
Xizmekî din ên qurbaniyên Enfalê, Karwan Baba jî got, ew weke xizmên qurbaniyên Enfalê daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin: “Xebat û berxwedana PKK’ê ji bo aştî, îstîqrar û azadiya herêmê ye. Divê bi giştî xelk û bi taybetî xizmên şehîdan û enfalkiriyan ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî kampanya li dar bixin.”
Karwan Baba xwest bi riya diyalogê pirsgirêk were çareserkirin: “Kampanya û komkirina îzmeyan ji bo azadiya rêveberên Kurdan gelek girîng e û divê di girtîgehê de nemînin, ji bo careke din enfal û kîmyabaran li ser me pêk neyê. Di dawiyê de divê pirsgirêk li ser maseya guftûgoyê li gel Rêber Ocalan were çareserkirin.”
ROJNEWS/ ÇEMÇEMAL