Çûne 1653 gundan

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:57

  • Rêveberên HDP´ê di Îlonê de çûne hezar û 653 gundan. Parlamentera HDP´ê ya Şirnexê li gundên Hezexê Hespist û Xerabê Şerefa got, "Em tifaqa dostanî, bawerî û gelan dihûnin. Tifaqa demokrasiyê wê bi ser keve." 

Rêxistina HDP’ê ya Hezexê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” de çû serdana gundên Hespistê, Xêrabê Şerefa. Rêveberên HDP’ê di çarçoveya kapmanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” li Amedê, li herêmên Serhed û Çûkûrovayê di meha Îlonê de çûne serdana hezar û 653 gundan.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Hezexê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” de çû serdana gundên navçeyê. Şandeya ku Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê pêk dihat, çû serdana gundên Hespistê, Xêrabê Şerefa. Şandeyê derbarê kampanyayê de agahî dan xelkê gundan. Xelkê gundan jî şande bi coşeke mezin pêşwazî kir û pirsgirêkên xwe jî bi wan re parve kirin. 

Parlamenter Nûran Îmîr di serdana gundan de axivî û got: “HDP ruhê azadiyê bi xwe ye. Her çiqas hûn me bigirin jî wê nûnerên gel kuçe bi kuçe di nava gel de bin. Em li dijî tifaqa dijminatiyê tifaqa dostanî, bawerî û gelan dihûnin. Tevî her tiştî jî wê tifaqa demokrasiyê bi ser keve.” 
 
Em HDP ne

Rêveberên HDP’ê di çarçoveya kapmanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” di serî de li Amedê li herêmên Serhed û Çûkûrovayê di Îlonê de çûn serdana hezar û 653 gundan.

HDP di çarçoveya bernameya kampanyaya “Em HDP’yî ne li her derê ne” di meha îlonê de li herêmên wek Amed, Serhed û Çûkûrovayê çû serdana hezar û 653 gundan û li pirsgirêkên xelkê guhdarî kir. Şandeyên HDP’ê ku ji rêveberên bajarokan heta rêveberên navendê, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên giştî yên bajaran, endamên Meclîsa Jinan û parlamenteran pêk tên, çûne serdana gundan. Li gundan jî ew diçin serdana malbatan û bi gundiyan re civiyan, li daxwaz, rexne, pêşniyaz û pirsgirêkên gel guhdarî kirine. 
 
HDP nêzîktirî gel dibe

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beşdarî civînên 16 navendan ên di hevdîtinên HDP'ê yên Tîrmeh û Tebaxê bûne.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, cîgirên hevserokên giştî, cîgirên serokên koma HDP’ê û endamên Meclîsa Partiyê (MP) û Desteya Rêveber a Navendî (DRN) jî beşdarî hevdîtin û çalakiyên li 55 navendan bûne. 

ŞIRNEX/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.