Rêveber û endamên sazî, rêxistinên Êzidiyan bi boneya Cejna Rojiyên Êzî, çûn serdana gora Mam Beşîr ku di 14’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû.
Li Şengalê di çarçoveya Cejna Êzî de hefteya borî li gorî Hesabê Mergehê Cejna Rojiyên Feqîran hatibû pîrozkirin. Vê hefteyê jî li gorî Hesabê Şengalê Cejna Êzî ku wekî “Cejna Babe Şêx” tê binavkirin, tê pîrozkirin.
Bi boneya cejnê rêveber û endamên sazî, rêxistinên Êzdiyan ên li şengalê seredana gora Endamê Kordînasyona Civaka Êzidiyan Mam Beşîr (Hesen Dutar) ku 14’ê Kanûnê di encama sekteya dil de şehîd bûbû, ziyaret kir.
Berdevkê Kordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê Cercur Cemîl jî li gel malbata Mam Beşîr û endamên saziyan serdana gorê kir.
Di serdanê de nûnerên saziyan Cejna Êzî li Mam Beşîr û malbata wî pîroz kir.
ROJNEWS/ŞENGAL