CPT’yê dîsa tecrîd qebûl kir

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Piştî hewldanên demdirêj û israran ANF’ê, karî bi Sekreterê CPT’yê  re hevdîtinê pêk bîne. Lê di hevdîtinê de heman helwesta CPT’yê ya heta niha dubare kir û hin pirs jî bersiv nedanê. 

SERKAN DEMÎREL / ANF / STRASBOURG

ANF’ê di encama hewldanên demdirêj û bi israr, karîbû hevdîtinê bi CPT’yê re bike. Hevdîtin li ser navê Sekreterê Rêveber ê CPT’yê Hugh Chetwynd hate weşandin. Temamê hevdîtinê bi vî rengî ye.

Herî dawî di Îlona 2022’yan de CPT’ê serdana girtîgeha Îmraliyê kir, gelo tenê ji ber ku Tirkiyeyê erê nekiriye, rapora xwe hîna naweşîne?

Peymana ku CPT ava kirî, li ser esasê du bingehan e: Hevkarî û nepenî. Weke encam, CPT tenê dikare bi destûra dewleta din raporê bixweşîne.

Agahî ji girtiyên li Îmraliyê nayê wergirtin û ev yek li raya giştî bûye sedemê fikarên kûr. Gelo CPT li ser vê yekê dixebite?

Komîte diyalogê bi rayedarên Tirk re didomîne, lê ev diyalog veşartî ye. Bi vê yekê re mîna serdanên di sala 2019’an û beriya wê de, şandeyê ti îdîa newergirtine ku rayedarên girtîgehê muameleyeke xirab li girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dike. Berevajî, hemû girtiyan diyar kiriye ku personel bi rengekî guncaw li hemberî wan tevdigerin.

Li hemberî agahî negirtinê, gelo CPT dîsa plan dike ku serdana Girtîgeha Îmraliyê bike?

CPT’ê bi giştî 9 caran û di her carê de di çarçoveya ‘xweser’ de serdana Îmraliyê kiriye. CPT eger pêdivî pê bibîne, dibe biryar bide ku serdaneke nû li Îmraliyê bike.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, balê dikişînin ku zêdeyî 3 sal in bi awayî peywendî bi girtiyên li Îmraliyê re nehatiye danîn. Gelo agahiya CPT’ê ji vê tecrîda mutlaq heye? Li dijî vê yekê çi dike?

CPT rewşa Abdullah Ocalan û sê girtiyên din, pir ji nêz ve dişopîne. Ji xeynî diyaloga ku bi rayedarên neteweyî re dewam dike, CPT bi rengekî rêkûpêk bi parêzerên Abdullah Ocalan re jî di nava peywendiyê de ye.

Gelo girtiyên li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutlaq de ne?

CPT’ê di rapora xwe ya serdanê ya 2019’an de diyar kiriye ku hemû girtî piranî car di bin îzolasyonê de tên ragirtin (Yanî dawiyên hefteyê rojê 24 saet jî di nav de, di hefteyê de ji 168 saetan 159 saet). Li gorî CPT’ê rewşeke wiha nayê qebûlkirin.

Girtî demek dirêje ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bêpar tên hiştin, CPT a ku li dijî êşkence û muameleya xirab têdikoşe, vê rewşê çawa dinirxîne? Gelo ma ev ne binpêkirina peymanê ye?

CPT’ê gelek caran diyar kiriye ku astengkirina serdanên parêzer û endamên malbatê, nayê qebûlkirin û ev yek bi eşkere binpêkirina standart û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye. CPT’ê ev yek gelek caran di diyalogên xwe yên bi rayedaran re aniye ziman.

Gelo Tirkiye têkildar van pêşniyarên CPT’ê, bi baldarî tevgeriya?

Di vê bersivdanê de ji bo xisûsên ku ketine rojevê bên nirxandin, divê tedbîrên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin bên diyarkirin. Bersiva ku hikûmeta Tirk ji pêşniyarên di rapora 2019’an de hatî diyarkirin re dayî, di malpera înternetê ya komîteyê de heye. Ji derveyî vê, ti agahiyên din nayên weşandin.

Pirsên ku bê bersiv hatine hiştin

CPT berî demeke kurt li hemberî Azerbaycanê (Li gorî madeya 10 (2) a peymanê) daxuyanî da raya giştî. Gelo armanca CPT’ê heye ku daxuyaniyeke wiha ji bo Tirkiyeyê jî bide?

Serokên berê yên CPT’ê Mauro Palma û Marc Neve ku gelek caran serdana Îmraliyê kirine, gotine ku Îmralî ji bo girtîgehê ne cihekî guncaw e û destnîşan kirine ku CPT dikare li hemberî vê, rolekî hîn aktîftir bilîze. Gelo CPT difikire ku li hemberî şert û mercên ku Rêber Abdullah Ocalan di nav de ye, rolekî hîn çalaktir bilîze?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.