CPT, zû biçe Îmraliyê
Çarşem 30 Tebax 2023 - 15:56
- Parêzerên Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi nameyekê CPT li ser bêhiqûqî û binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê agahdar kir û jê xwest bi lezgînî, li derveyî bernameya xwe biçe serdana Îmraliyê û rapora xwe ya serdana beriya niha jî eşkere bike.
Ji Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi awayekî mutleq hatine tecrîdkirin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ev 30 meh in ku bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî bûyerên di navbera 30'ê Nîsana 2023 û 31'ê Tîrmeha 2023’yan de miracaetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) kir. Di miracaetê de hate bibîrxistin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan, û girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayê wergirtin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku hevdîtina bi parêzeran û malbatê re tê astengkirin û got, "Mafê wan ê şandin û wergirtina nameyan jî tê astengkirin. Mafê xwegihandina parêzeran, parastinê û dadgehkirina adil jî, girtiyên li Îmraliyê ji hemû mafên xwe yên bi peymanan parastî, bêpar têne hiştin. Têkiliya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin û di bin tecrîdeke mutleq de ne. Bi vê miracaeta ku em li komîteya we dikin, li ser tecrîda mutleq a tevî rîskên binpêkirinê hemûyan, rewşa agahîwernegirtinê ´incommunicado´, ragirtina li nava şert û mercên binpêkirina qedexeya êşkenceyê û bûyerên têkildarî mijarê rû didin, em agahiyê didin we û daxwazên xwe ji we re radigihînin.”
Parêzeran got, rewşa wernegirtina agahiyê ‘incommunicado’ bênavber giran dibe û wan bi bîr xist ku di navbera 30'ê Nîsanê û 31'ê Tîrmeha 2023’yan de di pêvajoya 3 mehan de li gel 25 miracaetên parêzeran, 12 miracaetên malbatê jî bêbersiv hatin hiştin. Parêzeran bal bire ser wê yekê ku nameyeke bi tenê ya miracaetan jî negihîştiye wan û wan diyar kir ku ew bi aqûbeta nameyên ji Îmraliyê re têne şandin jî nizanin.
Cezayê disîplînê veşartin e
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku di nava sê mehan de birrîna 'cezayên disîplînê' dewam kirine û got, 30'ê Hezîrana 2023’yan tevî ku cezayê 'disîplînê' yê 3 mehan qediya jî miracaetên malbatê yên Tîrmehê, hatin redkirin. Parêzeran ragihand ku ji bo rakirina astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê, 10'ê Tîrmehê wan miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye, li ser vê yekê jî hîn bûne ku 'cezayê disîplînê' yê nû hatiye birrîn. Di miracaetê de hate destnîşankirin ku bi 'cezayê disîplînê' yê nû, hewl hatiye dayîn ku ser bêhiqûqî bê girtin. Parêzeran diyar kir ku biryarên qedexeya dadgerî û îdarî hemû bêbingeh in.
Sibe dibe ku dereng be
Parêzeran pşaê got, “Bi rengekî darîçav hatiye destnîşankirin ku astengkirina hevdîtina parêzeran a ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve biryareke polîtîk e ya ku xwe nasipêre hiqûqa navneteweyî û hiqûqa hundirîn. Ji ber ku hiqûqî û qanûnî nîne, di dema bicihanîna van biryaran de agahiyan nadin parêzeran, parêzer li derve têne hiştin û bi rengekî veşartî biryar bi cih tê anîn.”
Di miracaetê de parêzeran ragihand ku “fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî” ya Rêber Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û hikûmeta AKP'ê tesbît û pêşniyazên CPT´yê bi cih naîne, bêhiqûqiyê dewam dike û hewl dide ranteke siyasî jê wergire. Parêzeran got, “Komîte divê êdî dest ji helwêsta xwe ya bicihanîna prosedurên asayî berde” û bi gotina “Sibe dibe ku dereng be” CPT hişyar kir.
Daxwazên buroyê
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT´yê xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê, bi rengekî 'lezgîn' biçe serdana Îmraliyê û ev daxwazên li jêr kirin:
- Komîteya we li gel eşkerekirina tesbît û rapora xwe ya li ser serdana dawî, divê bi rengekî lezgîn biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê.
- Serdana parêzeran tavilê pêk were, bi rêk û pêk bibe û astengiya bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê, bêne bidawîkirin.
- Serdana malbatê û wasî bê kirin, bi rêk û pêk bibe û dawî li astengiya bi cezayên disîplînê yên li dijî hiqûqê bê anîn.
- Li gel bicihanîna mafê serdanê, miracaetker karibin bi malbat û xizmên xwe re mafê telefonê yê rûtîn bi kar bînin.
- Astengiyên li pêşiya mafê name, telgraf û faksê hemû bêne rakirin.
- Kirinên li dijî hiqûqê yan jî pratîkî yên li hemberî mafê wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.
- Ji bo rakirina êşkence, kirinên li dijî mirovahiyê, şert û mercên xerab û rewşa incommunicado tedbîr bêne wergirtin û xala 10/2 a peymanê bi cih bê anîn.