CPT serbixwe tevnagere

În 19 Nîsan 2024 - 18:30

  • Parêzerê Italî yê endamê Baroya Palermoyê Nîcola Gîudîce diyar kir CPT êdî ne weke organekî hiqûqî lê weke organekî siyasî tevdigere û got,’’Ji ber vê jî, li ser mijara pergala tecrîdê ya li Imraliyê ku li gorî hiqûqa navnetewî deryasayî ye, rola ku hewce dike pê rabe, bi cih nayîne.’’

EYLUL DENIZ YAŞAR/ERDOĞAN ALAYUMAT

Parêzer Nîcola Gîudîce di nav Delegasyona Hiqûqnasên Navnetewî yên Dijî Tecrîdê de cih digire, ku ev delegasyon bi çarçoweya pêngava, ‘’Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya siyasî’’, ku 10’ê Cotmehê bi asta global dest pê kiribû. Gîudîce li gel parêzerên ji Swêd, Spanya, Norwêçê li Kurdistanê û Tirkiyê danûstandin kiribû, her wiha tevlî konferansa,’’Dijî siyaseta tecrîdê aştî û azadî’’yê bûbû, ku konferans ji alî OHD’ê(Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz) ve hatibû hazirkirin.

Tecrîd hiqûqî û siyasî ye
Gîudîce diyar kir dema ku ji perspektîfa hiqûqî binerin tecrîda ku ev 25 sal in didome ne yasayî ye, li derî hemû standartên navnetewî ye, têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan got,’’Tecrîdeke bi vî rengî deryasayî ye. Em bi sifetê xwe yê çavdêr û parêzerî helbet tecrîdê weke mijareke nîqaşê ya hiqûqî dibînin û nîqaşên derheqê tecrîdê li nav raya giştî ya Italî jî nîqaş dikin lê tecrîd ne tenê mijareke hiqûqî ye, her wiha mijareke siyasî ye jî. Siyasî ye, ji ber ku Tirkiye, ku endama Konseya Ewropayê ye, berpirsyariya xwe ya navnetewî ku divê bi cih bîne, bi cih nayîne.’’

CPT li gorî hevsenga jeopolîtîk tevdigere
Gîudîce bi bîr xist, CPT bêyî ku serdana Rêber Ocalan bike çûye Tirkiyê, diyar kir CPT êdî ne saziyeke hiqûqî lê bûye saziyeke siyasî ye û got,’’Ji ber vê sedemê ji alî hiqûqê ve mudaheleyî tecrîda li Imraliyê nake. CPT mîna avaniyeke siyasî ku bi roleke pêşîlêger tevdigere, nikare mîna saziyeke serbixwe tevbigere. Xwedêgiravî li gorî pênaseya resmî bi serê xwe ye. Lê dema ku mirov li firazeya wê dinere mirov dibîne ku li gorî hevsengên hêzên jeopolîtîk tevdigere. CPT ya ku zexta hevsengên jeopolîtîk a navdewletî hîs dike, nikare li gorî kirasê ku lê hatiye fesilandin tevbigere.’’

Em Ocalan bikin rojeva wan
Gîudîce bi domdarî destnîşan kir ji bo ku ew bikaribin hikûmetên xwe tevbigerînin divê zêdetir zextê bikin, hilbijartina Parlamentoya Ewropayê ya ku wê di demeke nêz de bibe bi bîr xist û got,’’Di nav bernameya siyasî de ku em ê pêşniyaz bikin, em ê cih bidin, daxwaza azadbûna Ocalan û çareseriya pirsa Kurd. Ji ber ku têkoşînên me yên siyasî ji hev ne bêrî ne. Em sosyalîst û komunîstên Italyayê, ji bo ku partiyên me jî di bernameyên xwe de cih bidin van daxwazan em zorê li sekretaryayên xwe dikin.’’

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.