Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyarkirin ku PDK li girtîgeha asayîşa Hewlêrê bi darê zorê dîmenê ‘Îtirafê’yê 9 girtiyên Behdînanê tomar kiriye.

Hat gotin navê her neh girtiyan ev in; Şêrwan Teha Emîn, Karger Ebas, Bendewar Eyûb, Mesûd Elî, Silêman Musa, Silêman Kemal, Cemal Xelîl, Firset Ehmed û Dr. Amir Xalid Egîd.

Çavkaniyek ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin diyar kiriye ku piştî lêpirsîn li her neh girtiyan hatiye kirin, bi zorê dîmenê ‘Îtirafkirinê’ hatiye tomarkirin û dibe piştî biryara dadgehê, ew dîmen werin belavkirin.

Li gorî zanyariyên bi dest ketine, tê gotin wê roja 5 û 6’ê Cotmehê her neh girtî li dadgehê werin dadgehkirin. Her wiha tê payîn di 12’ê Cotmehê de jî rûniştina dadgehê ya Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî were li darxistin.

Nêzî 100 rojnamevan û çalakvan

Zêdetirî saleke nêzî 100 rojnamevan û çalakvanên herêma Behdînanê hatine binçavkirin. Li hinek ji wan hikum hatine birîn, hinek dosya wan li dadgehê ne bi encam nebûne. Hinek jî li benda dadgehkirinê ne. Girtî ne tên dadgehkirin ne jî tên berdan.

ROJNEWS/SILÊMANÎ